Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropa KCD-E bang li hemû rêxistin û saziyên li Ewropayê kir û xwest her kes ji bo hilbijartinên 30’ê Adarê yên li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê pêktên ji bo serkeftinên BDP û HDP’ê bi xebitin. Di daxuyaniya bi nivîskî ya ku ji aliyê KCD’E’ê ve hatî waşandin de tê diyar kirin ku li Rojava gelên bira axa Kurdan azad kirin û xwe bi awayekî azad bi rêvedibin û anîn ziman ku şoreşê kelecanek û baweriyekî mezin daye Kurdan.


Têkoşêna gelan

Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku li Rojava şoreşekê dîrokî pêktê, li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî li pêşengiya Kurdan û gelên Anadolû/Mezopotamyayê pêvajoyekî heman pêktê û got: “Bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Rizgariya Gelê Kurd  û hemû hêzên demokrat yên li Tirkiyê bi mebestekî baş û tevî hewildanan, pirsgirêka Kurd û neçareserkirina pirsgirêka demokratîkbûnê, bi teybet destkeftiyên li Rojava, sistema AKP’ê û ya siyaseta dewletê ya înkar û îmhayê di astekî mezin de berbi çareseriyê ve bir. Piştî îtifaka Ergenekona Sor, Koalîsyona AKP-cemaatê ya ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd şerê qirêj dida meşandin di rewşekî xirab de ye.”

Hilbijartin referandum e

KCD-E Di dewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê, girêdayî rêxistinbûn û têkoşînê ye. Divê demê de ji bo serkeftina hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê pêwîste ku gavên giring bên avêtîn. Bi hewildan û berpirsyariyekî mezin nêzî hilbijartinê bûyîn wê li Kurdistanê BDP û li Tirkiyê HDP’ê serkeftinekî mezin bi dest bixe. Wê hewildanên hêzên ji derve û hindir ku naxwazin pirisgirêka Kurd çareser bibe, vale derbive."


Encam diyarkerin
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li Kurdistaniyên li Ewropa û dostên Kurdan hate kirin: "Divê hemû gelê me yê li Ewropayê dijî û welatparêzên li Kurdistanê û Tirkiyê, hêzên demokratîk û şoreşger yên aliyên çareseriyê, aştiyê û demokarsiyê ji bo BDP û HDP di asta herî jor de serbikevin bikevin nava hewildan. Ji bo em pêşî li komplo û hîleyên di hilbijartinan de pêktên bigrin, divê ji her demê zêdetir em bixebitin. Hemû civakên xwedî baweriyên cûda yên li ser axa Mezopotamya û Anatoliyayê ji bo hilbijartinan bi xebitin û erkên xwe  bi cih bînin.

BRUKSEL