Li Romanyayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê doh li gor saeta herêmî saet di 10.00’an de dengdayînê destpê kir. Dengdayin wê heta 31’ê Gulanê bidome. Tê payîn ku  li bajarên Bukreş û Kostanta 5585 hilbijêr biçin ser sindoqan. 

HDP ev meheke li Romanyayê xebatên ji bo hilbijartinê dimeşîne û bi du buroyên hilbijartinê re xwe gihand bi qasî hezar hilbijêrî. Peywirdar û çavdêrên li ser sindoqê jî hatin diyarkirin. Di hefteya dawî de , bi beşdarbûna ji Navenda Giştî ya HDP’ê Ahmet Karataş, seyran û civîn pêk hatin.

Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Romanyayê , bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku ji bo HDP’ê dengên xwe bikar bînin.


Li Awûsturya xebat didomin

Hilbijêrên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, ji bo HDP’ê diçin ser sindoqan. Di çarçoveya 'Hefteya Demokrasiyê' ya ku ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê ve hat îlankirinê de, li ser bangên hatin kirin, bi sedan Kurdistaniyên ji Bakur û Tirkiyeyî diçin ser sindoqan.  Ji bo hilbijartinên ku wê di 31’ê Gulanê de bi dawî bibin, Kurdistaniyan ji herêmên dûr otobus girtin û hatin bajarê Awûstûrya Lînzê û dengên xwe bikaranîn. Kurdistaniyan ji bo siberojên azad, aştî û biratiyê gotin HDP.


Li Kanadayê sibe destpê dike

Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Kurdistanî û demokratên Tirkiyeyî yên li Kanadayê dijîn wê ji sibe û pê ve biçin ser sindoqan. Komîsyonên hilbijartinê yên li Kanadayê hatin avakirin jî ji Qûebec û Torontoyê xebatên xwe dimeşînin.

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Meclîsa Gel û endamê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê Mahsûnî Orde der barê xebatên xwe yên li eyaleta Qûebecê de agahî da û diyar kir ku ew ê li Montrealê li goşeya Jean Talon û Vîaû bicivin û bi otobusan û wesayîtên taybet girseya gel bibin Ottawa ji bo dengê xwe bi kar bîne.

Li bajarê Toronto jî xebatên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin. Berdevkê Koordînasyona Hilbijartinê ya Toronto Îhsan Kaya diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên ji bo dengdayînê qedandine.


Li Îtalyayê amadekarî qediyan

Li Îtalyayê wê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 29, 30 û 31'ê Gulanê de deng werin bikaranîn. Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê li bajarên Mîlano, Torîno û Modena yên Îtalyayê civîn lidar xist û ji bo dengdayîna wê sibe destpê bike û sê rojan dewam bike, amadekariyên xwe qedand. Komîsyon xwe amade dike bi dehan wesayît û otobusan re hilbijêran bibe ser sindoqan.

Di civînê de hat ragihandin ku encamên di xebata sê mehan de hatin bidestxistin cihê moralê ye û hat destnîşankirin ku demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî di nava vê pêvajoyê de eleqeyeke mezin nîşanî wan dane. 


 NAVENDA NÛÇEYAN