
Welatiyê 52 salî Ebû Kermo yê gundê Aşmê, welatiyê 59 salî Mihemed Hemo, welatiyê 60 salî Ebû Ehmed û 7 dayikên ku temenên wan di navbera 40 û 55 salan de ne tevlî banga seferberiyê bûn û çeka ji bo parastina herêma xwe hilgirtin.
Pîremêr û dayik ji ANHA'yê diyar kirin ku herêma wan rastî êrîşên dijwar tê û erka her kesî ew e ku parastina herêma xwe bike û dan zaînîn ku ji bo xwedîderketina li xaka welat ji bo mirovan tu carî temen nebe astengî. Her wiha welatiyan diyar kirin ku parastina xaka welat erka neteweyî ya her kesî ye û ji bo bersivdayîna seferberiyê banga xwedî derketina li herêmên Rojava kirin.
Welatiyên pîremêr û dayik çekên û rext hilgirtin û bi durişmeyên dilsoziya bi şervanên YPG'ê û YPJ'ê re û bi tilîliyan berê xwe eniya şer a rojavayê herêma Kobanê û li rex şervanan tevlî qadên şer bûn. Dema ku gihiştin qad û eniyên şer ji aliyê şervanan YPG'ê û YPJ'ê bi moralên bilind hatin pêşwazîkirin. Pîremêr û dayikan destnîşan kirin ku tu kes û alî nikare vîna gelê herêma ya azad bidin şikandin.
Dayika bi navê Leyla Ehmed derbarê sedemên tevlîbûna xwe de wiha got: "Me nema karîbûn ku di malên xwe de bimînin û zarokên me jî di şer de ne. Ji ber vê jî me biryar da ku çekê rakin. Eger me zarokên xwe yên herî hêja şandine şer, em ê karibin ku canê xwe jî ji bo parastina herêma xwe bidin. An em ê xaka xwe ji komên çete biparêzin û yan jî em ê bi rûmet û şerefa xwe li ser axa welatê xwe bimrin."
Di heman çarçoveyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li gundê Derbazan û Zor Mexar ên rojavayê Kobanê civîn lidar xistin. Di civînan de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ji bo xwederketina li Kobanê û parastina wê ji komên DAIŞ'ê bang li hemû welatiyên herêmê hate kirin.
HESEKÊ: Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û Komeleya Xwendekarên Kurd ên bajarê Hesekê li qada Şehîd Serhad ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herêma Kobanê çalakiya protostoyî lidar xistin. Di çalakiyê de durişmeyên dilsoziya bi şervanên YPG'ê û YPJ'ê re hatin gotin û daxuyaniya derbar mijarê de hate xwendin. Di daxuyaniyê de hemû komkujî, plan û komployên hêzên herêmî û navneteweyî yên derheqê gelê Kurd ê Rojavayê Kurdsitanê de çêbûne hatin bibîrxistin û hate diyar kirin ku êrîşa li dijî herêma Kobanê dewamiya van planan e. Di daxuyniyê de wiha hate gotin: "Em wekî Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û Komeleya Xwendekarên Kurd ên bajarê Hesekê, hemû komplo û projeyên li dijî gelê Kurd têne plankirin şermezar dikin û banga yekîtî, hevgirtinê û xweparastinê li hemû pêkhateyên herêmê dikin.
Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: "Wekî xwendekar em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafperwerî dikin ku ji bo rêlibergirtina kiryarên çeteyan hewldanan bikin û êrîşên wan bidin rawestandin.
DÊRIK: Bi heman armacê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê xwepêşandanek lidar xist. Di xwepêşandanê de welatiyan alên Kurdî , pankartên wekî " Parastina Kobanê parastina şeref û namûsa gelê kurd e " û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re vegotin. Girseya gel ji Meydana Azadî dest pê kir û di nava gelek kolanên bajêr re derbas bû û li Qada Şehîdan a di bazara bajêr de xwepêşandar rawestiyan.piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Subhî Ilyas û Endama Tevger Ciwanên Şoreşger Botan Berav axivîn û berxwednana şervanên YPG'ê li herêma Kobanê û bajaroka Cezaa slav kirin û destnîşan kirin ku gelê Rojava ne bi tenê ye û di her demê de dikari ku xwe ji êrîşan biparêze. Li aliyê din Tevger Ciwanên Şoreşger, Tevger Ciwanên Kurd, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ên bajêr bi navê " Me bi ciwanan dest pê kiriye û em ê bi ciwanan bi ser bikevin" semînerek dan.
Li navendê alê û sembolên her Tevgeran hatin daliqandin. Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir û ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Berzan Emîn û Endamê Tevgera Ciwanên Kurd Akif Mihemed hate dayîn. Di semînerê hersê xelên girîng şoreşa Rojava, wateya şoreşê û rola ciwanan di şoreşan de hatin şîrovekirin û gotûbêj li ser hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN