Serokê Odeya Tabîban a Amedê Cengîz Gunay jî tevli konferansê bû û diyar kir ku dê di pêvajoya avakirina Kobanê de bi ruhê seferberiyê bixebitin. Gunay destnîşan kir ku di serî de odeyên eczayan, SES, Odeya Hekîmên Diranan, THÎV û TTB'ê re bi awayekî koordîne xebatan bimeşînin.
Gunay da zanîn ku li cihekî ku ava paqij nebe li wir nexweşî zêde ne û dê ji bo avê çareseriyên pratîk bi pêş bixin, zarokan derzî bikin. Gunay anî ziman ku dê hemû kedkarên tenduristiyê ku di bin banê Odeya Tabîban a Amedê de dixebitin vexwenînin Kobanê û wiha pê de çû: "Bi taybet jî kedkarên tenduristiyê li Kobanê xebatan bidin meşandin. Di serî de odeyên eczayan, SES, Odeya Hekîmên Diranan, THÎV û TTB'ê re bi awayekî koordîne xebatan bimeşînin."
Cengîz Gunay diyar kir ku armanca wan ew e ku xizmetên tenduristiyê bidomînin, lê divê kêmasiyên li hember xizmetê ji holê bên rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo em li gel wan bin, em ê di nav hewldanan de bin. Ji ber ku li Kobanê berxwedaneke mezin hat pêşxistin. Em dixwazin welatiyên ku piştî berxwedanê vegerin Kobanê jiyaneke li gorî berxwedanê bidomînin. Daxwaza me ew e ku Kobanê bi awayekî lezgîn were avakirin."
AMED