Aşkan, destnîşan kir ku her tim welatî ji ber bi zimanê Kurdî diaxivin, siyasete dikin û xebatan dimeşînin û her ku zext zêde dibin serlêdana saziyan jî zêde dibin. Aşkan, anî ziman ku niha 350 xwendekarên wan hene û ji bo li dijî zextan gavên mezin bavêjin meclis ava kirine. Aşkan, da zanîn ku meclîsa wan ji 4 komîsyonan pêk tê û komîsyona perwerde, mafê parastina ziman, lêkolîn û çapemeniyê ava kirine. Aşkan, destnîşan kir ku ji bo li ser wêje û dîroka ziman û berhemên ziman lêkolîn bikin tê li hemû mal û kolanan bigerin û berhemên devkî kom bikin û derbasî nivîsê bikin.
DÎHA/WAN