Partiya Kesk bi armanca başkirina rewşa xwezaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêma Firatê bi dirûşma “Her kesek darek e” dest bi pêngava çandina daran kir. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan piştgiriyê didin pêngavê.

Partiya Kesk a Kurdistanê bi dirûşma “Her kesek darek e” doh li Kobanê ya herêma Firatê dest bi pêngava çandina daran kir.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê jî destekê dide vê pêngavê. Bi vê armancê heta niha 3 hezar şitlên daran li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê hatine belavkirin.

Di çarçova pêngavê de îro jî bi dehan rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û endamên Partiya Kesk li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê 60 dar çandin.

Endama Partiya Kesk Reşa Ebas der barê pêngavê de got, “Êrişên li ser Rojava gelek bandor li xwezaya Rojava jî kir û xwezaya me gelekî texrîb bû. Ji ber ku jiyan, mirov û xweza girêdayî hev in, armanca me ji vê pêngavê jî ew e ku gel zêdetir xwedî li xwezaya xwe derkeve û wê biparêze.”

Reşa Ebas da zanîn ku di çarçoveya pêngavê de li Eyn îsa û Girê Spî jî ew ê daran biçînin û welatê xwe bi daran bixemilînin.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Kesk sala 2013`an hatiye damezirandin û armanca wê ew e ku hezkirin û parastina xwezayê, her wiha çandina daran di nava civakê de bi pêş bixe.

 

ANHA / KOBANÊ