Carna dîrok di kêliyekê de carna civak di insanekî de xwe derdibire. Bêguman ne mirov bê civak ne jî kêlî bê dîrok nayên nirxandin. Bi taybetî eger ev gel Kurd û dîroka wî be, divê em kêliyan hemûyan ji dîrok û hafizeya civakê qut nebînin. Di dîroka Osmaniyan de Beyazîdê Yekem (Yildirim Beyazid) wek zilamê tiştên cara yekem tê nirxandin. Padişahê yekem ku xwendin û nivîsandinê dizane, yekem zilam e ku xwîna birayê xwe rijandiye, padişahê Osmaniyan ê yekem e ku dor li Stenbolê girtiye, û yekem zilam e ku di qada şer de dîl hatiye girtin. Îca çawa ji yekemîn tiştan tê dîl girtinê ew çîroka wî balkêş e. Dema ku Tîmur sefera xwe ya qirkirinê ber bi Anatolyayê ve tîne (wê demê Anatolî di destê begên ku girêdayî Osmaniyan de bû) dixwaze van deran jî talan bike û bixe bin serweriya xwe. Di her şerê hovane de jî teqez dîplomasiyeke bi rê ve diçe, heye. Timur jî li ser vî esasî du sefîrên xwe dişîne gel Yildirim Beyazid da ku osmanî bikevin bin serweriya wî. Her du alî çiqas hov an jî qirker bin, ev rêgezê şerekî ye ku sefîr tenê erkdarê navbera her du hêzan e. Dema ku ev her du sefîr diçin li gel Beyazid, ew hem daxwazên wan qebûl nake hem jî li her du sefîran êşkence dike û li Tîmûr vedigerîne... Bêguman di dîrokê de gelek mînakên bi vî rengî hene. Bûyereke ji vê hovtir di roja me ya îro de xwe dubare kir. Li Zînê Wertê...hema hema kesên ku Kurd jî bin Kurd nebin jî van rojên dawiyê ev nav pirr bihîstine. Li ku ye, giringiya wê çi ye, zêdetir li wir çi qewimiye, ew bi mijara me ve girêdayî ye. Ji bo pêşî li hêzên dewleta Tirk a dagirker veke û Qendîlê dagir bike, PDK’ê hêzên xwe şandin Wertê. Ev ne tesbîteke nû ye yan jî tesbîtek e ku kesî matmayî bihêle. Ev tesbît û pêşbînîya gelê Kurd e. Ji ber ku yekem helwêst û nirxandin ji milê gel ve hate kirin. Qendîl ne ji îro ve; her di dîroka têkoşîna azadî û serxwebûna gelê Kurd de cihekî xwe yê manewî û efsanewî heye. Gelê Kurd bi sedan salan beramberî dagirkeriyê û zaliman xwe spart van çiyayan û bi palpiştiya van çiyayan ve têkoşiya. Wek mîrasa vê têkoşînê jî li Qendîlê îro PKK bûye sembola vê berxwedanê. Çawa ku PDK’ê hêzên xwe bi cih kirin, PKK bi tecrûbe û ezmunên xwe yên dîrokî yekser ev armanca PDK’ê fêhm kir. Ji bo PDK nekeve heman xeletiyên berê û pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe; sê gerîlayên azadiya Kurdistanê dişîne cem hêzên PDK’ê. Yanî sê zarokên vî welatî yên qehreman wek sefîr dişîne. Dema em qala sê kesan dikin em tenê qala hejmarekê nakin; sê qehreman, sê parçeyê Kurdistanê, rûmeta sê perçeyî, bibîranîna zarokên Kurdistanê hemûyan, paşeroja ciwanên vî welatî, hafize û têkoşîna vê axê. Diçin cem wan kesan ku ji bo xwe wek bira dizanin yan jî ji heman neteweyî dizanin. Bi hest û ramanên xwe yên paqij ber bi çareseriyekê ve dimeşin. Êdî diyaloga di navbera wan de çi bû û çi hat gotin, ew ji niha ve bû sirr û raz tev li nava rûpelên dîrokê bû. Lê ya esas a ku wek lekeyeke reş derbasî nava dîroka Kurdan bû vegerandina van her sê lehengên Kurdistanê bû. Yek ji Bakur, yek ji Rojhilat, yek ji Rojava ye. Ji hevdîtina birayên xwe yên başurî vegeriya bûn. Li wê newala biçûk her çar parçê Kurdistanê careke din di bin bombebarana faşîzma Tirk û hevkariya Barzaniyan de ma. Xeyalên Kurdan ên sedansalan ji bo yekîtiya neteweyî dîsa qurbanî da berjewendîperest û nokeran. Her sê gencên Kurdistanê şehîd bûn. Dinya alem şahid e, û dizane ku ew ji ber xiyanetê şehîd bûn. Ev her sê gênc dîrok, paşeroj û hêviya azadiya vî gelî bûn. Yanî PDK’ê tenê ne gerîla; dil û mêjiyê gelê Kurd jî bombebaran kir. Her ku diçe gel nerazîbûna xwe ji vê bêbextiyê diyar dike. Ev gel xwedî li bîrewerî û xwîna zarokên xwe derdikeve. Ev hem zarok, hem parêzvanên axa xwe, hem şoreşger û di heman demê de jî sefîr bûn. Vêca em li çîroka xwe û Beyazid vegerin. Piştî ku Beyazid wisa li serê sefîran kir. Vê tiştê anora Tîmur şikand. Pirr aciz bûbû û ji wê rojê ve bû sondxwarê Beyazid. 28ʼê Tîrmeha 1402ʼyan di şerê Enqerê de Beyazîd û Tîmûr hatin beramberî hev. Dîrok cara yekem bûbû meydana şerekî evqas bi xwîn. Tevî ku ewqas şerekî bi xwîn bû, tenê 14 seetan dewam kir. Di destpêka vî şerî de Osmanî serketî xuya bûn. Berêvarî hêzên Osmanî şikestin û reviyan. Beyazid her çiqasî hewl dabe bireve jî, dîl dikeve destê Tîmur. Tîmur, Yildirim dixe nava qefeseke biçûk û li her dera Anatolyayê jî ku diçe vê qefesê jî bi xwe re dibe. Di heman demê de ji bo Beyazid biçûk bixe jina wî jî wek xulam di suxreyan de dixebitîne. Beyazid beramberî vê tenê heft mehan li ber xwe dide û serê xwe li qefesê dide û dide. Bi vî awayî xwe dikuje. Her çi be û her kî be. Şer be yan jî rewşeke din be, gerek ji sefîr û qasidan re rêz û hurmet hebe.