Merasîm bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîd û Windahiyan a Stuttgartê ve hate birêvebir pêr saet 14:00´an li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê bi beşdariya malbat, xizmên şehîd û gelek Kurdistaniyan pêk hat.
Di bîranînê de li ser navê Komisyona Malbatên Şehîd û Windahiyan Remzî Özbey axivî û got; "Em îro li vir şehîd Metîn Pore bibîrtînin û li hemberî hemû şehîndên Kurdistanê bejna xwe ditewînin." Piştî axaftina Özbey, li ser navê malbata şehîd birayê wî Silêman Pore peyivî û got, "Em wek malbat bi şehîdê xwe serbilind in. Bila serê gelê Kurd sax be." Silêman di dawiya axaftina xwe de got; "Em heft biran e, Sefqan şehîd bû her pênç birayên min ên din jî herin şoreşê, ez ê bibim ê şeşan."
Paşê xwîşka Sefqan Serêkaniyê, Narîn Porê peyivî û got; "Şehîd ne şehîdê malbatê tenê ye. Ew şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Birayê min li Şengalê û tevahiya Rojava cîh girt. Em bi wî serbilind in."
Di bîranîna girseyî de piştî axaftina malbatê, li ser navê rêxistina PYD´ê ya Stuttgartê Dr.Mihemmed Emin jî got; "Eger îro em hatibin ku qedera xwe bi destê xwe xêz bikin, ev yek bi keda şehîdan e. Ji ber wê yekê em dibêjin, nirxên me yê serbilindayiyê şehîdên me ne."
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART