Ji bo gotûbêjkirina rewşa dawiyê û êrîşên li dijî herêmên Bakurê Sûriye Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba civînek ji welatiyên herêmê re li dar xist. Civîn li  salona Şehîd  Rûken hat lidarxistin.

Di civînê de, bi dehan welatiyên herêmên Şehbayê, Endamên Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehbayê, Meclîsa Rûspiyên herêmê, Endamên Buroya Têkiliyên Diplomatîk a Herêmên Şehba  û nûnerên Koalisyona Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî, amade bûn.

Endamê Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehba Fîras Alî bal kişand ser lihevkirina di navbera çeteyan û dewleta Tirk de a liser  dagirkirina herêmên Şehba û got: “Aloziya Sûriyeyê, bêyî ku ti alî piştgirtiya şoreşê bikin û çareyeke ku hemû aliyên Sûriyeyê jê razî bin bibînin, didome. Komploya li dijî şoreşê niha li herêmên Şehba  ye. Her kes dixwaze vê herêmê kontrol bike. Di serî de dewleta Tirk, ji ber ku ji demokratîkbûna herêma Şehba û serketina pirojeya Federalîzmê û gihandina hev a Kantonên Kobanê û Efrînê ditirse, ji ber vê jî dixwaze vê herêmê kontrol bike.”  


EFRÎN