Şehbayê ji bîr nekin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd di warê pêdiviyên bijîşkî de zehmetiyê dikişîne. Zivistan nêzîk dibe û nexweşî zêde dibin. Heyva Sor hewl dide bi rêya şaxên xwe yên li tevahiya kantona Şehbayê şêniyan li ser destwerdana lezgîn perwerde bike.
Li kantona Şehbayê ya herêma Efrînê 7 nuqteyên bijîşkî yên Heyva Sor a Kurd hene. Ev nuqte li navçeyên Ehres, Ehdas, Til Rifat, Ziyaret û Birc Qases û kampên berxwedanê yên şêniyên Efrînê, belav bûne. Di nava van nuqteyan de 102 xebatkarên tenduristiyê dixebitin.
Heyva Sor li gel xizmetên tenduristiyê hewl dide çanda tenduristiyê di nava şêniyan de belav bike. Li ser vê yekê dewreyên perwerdeyê vedike. Di van dewreyan de hewl dide kesan der bar tenduristiyê de zana bike, çawa hay ji nexweşiyan hebin û çawa destwredin rewşên lezgîn.
“Pirsgirêka sereke kêmbûna derman e”
Bi hatina zivistanê re, Heyva Sor a Kurd di alî derman û pêdiviyên bijîşkî de zehmetiyê dikişîne. Bi taybetî, ji ber sermayê li gel zarok û mezinan nexweşî pir dibin.
Endama Heyva Sor a Kurd Mecdolîn Zeyno diyar kir ku bi hêza xwe hemûyî hewl didin xizmetguzariyên bijîşkî û tenduristî pêşkêşî şêniyan bikin. Mecdolîn got: “Sedema herî sereke ya li pêşberî rêxistina Heyva Sor, kêmbûna dermanan e.”
Mecdolîn hinek alavên bijîşkî yên pêwîstiya nuqteyên Heyva Sor pê heye destnîşan kir û wiha got: “Pêdiviya me bi alava taybet a tedawîkirina nexweşiya sîng a zarokan, alava kehrebeyê ya dil, alava çavdêriya dil û tansiyonê heye. Li rexê jî pêwîstî bi hin alavên textên rakirina nexweşan, textên xewê û cureyên cihêreng ên dermanan heye.”
“Soz didin, lê alîkariyê nakin”
Rêveberên Rêxistina Heyva Sor a Kurd anî ziman ku tevî têkiliya bi gelek rêxistinên mirovî re, heta niha tu alîkarî negirtine.
Di her nuqteyeke Heyva Sor a Kurd de, bijîşkên pispor ji beşên mîna beşên hundirîn, jin, dil û hestî re hene. Di heman demê de beşa lezgîn jî 24 saetan dixebite.
Li aliyekî dîtir jî nuqteyên Hevya Sor a Kurd alîkarî, derman û şîr ji bo zarokan ku temenê wan di bin 2 salî re pêşkêş dike. Li gel wê jî xebatkarên Hevya Sor serdana malên sivîlan dikin ku piştgiriya tenduristî û manewî pêşkêşî kesên astengdar û kesên temenmezin dikin.
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO - ANHA / ŞEHBA