Ji bo şervanê YPG'ê Sêrwan Fetah (Erdal Bexdad) ê li Til Hemîsê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Darbesta cenazeyê bi karwanekî dirêj a ji wesayîtan, ji aliyê gelê Kerkûkê ve hat pêşwazîkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî beşdarî merasîmê bûn.

Cenaze birin goristana Rehîmawa û li vê derê gerîlayên HPG û YJA Starê merasîmeke leşkerî li dar xist. Ji Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Muhammed Gabar li merasîmê axivî û got, "Xwîna şehîdan ji bo welatekî rastiya heqîqetê ye. Lewma şehîd Erdal bi xwîna xwe ala berxwedanê ya Şoreşa Rojava hildaye û bûye parêzvanê vê berxwedanê."

Li ser navê gerîlayên HPG'ê Rohat Herekol peyivî û got, gelê Kurd bi gavên ji xwe bawer û bi biryar meşa xwe ya azadiyê didomîne.


Xwedî li xwîna Erdalan derkevin

Bavê şervanê YPG'ê Reed Fetah jî got, "Erdal ji bo parastina axa pîroz a Kurdistanê şehîd bû. Erdal ne tenê ewladê min e, yê tevahiya gelê Kurd e. Li Rojava li dijî DAIŞ'ê mirovahî parastiye. Banga min li gelê Kurd ew e ku xwedî li xwîna Erdalan derkeve." Cenazeyê Fetah li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin. 

 

ANF / KERKÛK