Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di şexsê Şehîdên Meha Gulanê de şehîdê şoreşê hemû bi rêz bi bîr anî û got, ”Şehîd ji bo me çavkaniya bingehîn a jiyanê ne.”
Di daxuyaniya fermandariyê de tê gotin: ”Di partîbûyîna PKK’ê û têkoşîna bi heybet de şehîdên me yên nemir û leheng xwedî kedeke mezin in, çavkaniya me ya hêzê ne. Pêşengê şoreşger ê enternasyonal ê mezin hevrê Hakî Karer ku di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê şehîd bû, şehîdê me yê destpêkê bû û PKK ji bo bîranîna vê şehadetê ava bû. Bi têkoşîna xwe veguherî partiyeke şehîdan. Ev berxwedana ji bo bîranîna şoreşgerê mezin Hakî Karer dest pê kir ku Rêber Apo ji bo wî digot ‘Mîna ruhê min ê veşartî ye’, bi berxwedana Hîlwan û Sêweregê, bi berxwedana zindanan a 1982’an û pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê, bi serhildanên gel ên 1990’î, bi şoreşa vejînê ya neteweyî û şoreşa azadiyê ya jinê bi pêş ket û gihîşt heta vê serdemê.
Raperîna Rêber Apo li dijî sîstema înkar û tinekirina li Kurdistanê da destpêkirin, îro gihîşt bi milyonan mirovî û veguherî asteke girîng a berxwedanê. Di bingeha vê yekê de jî rastiya destanî ya bêhempa ya şehîdan heye.
Bi navê HPG’ê, em bi pêşengiya partiya şehîdan PKK’ê dimeşin, li ser bingeha ‘Pêngava Têkbirina Tecrîdê, Hilweşandina Faşîzmê û Azadkirina Kurdistanê’ mezin bikin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin, di rêya serketinê de bi gavên ji xwe bawer têbikoşin, têkoşînê mezin bikin û meşa xwe ya Rêberê Azad Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.”
ANF/BEHDÎNAN