Li ser navê malbata şehîd Genco xwîşka şehîd Genco Xezal Mîrza axivî û got: "Ez bi şehadeta birayê xwe serbilind im. Ez şehadeta birayê xwe li gelê Êzîdî pîroz dikim. Ezê tola birayê xwe û hemû şehîdan rakim. Banga min li hemû ciwanan e ku rabin bindestiyê qebûl nekin. Destê xwe bidin hev li ber xwe bidin. Tola şehîdan rakin. şehîd namirin. "

Li ser navê Meclîsa Avaker ya Êzîdiyên kampa Newrozê Şêx Nûrî axivî û got: "Em destpêkê sersaxiyê ji malbata şehîd Genco re dixwazin. Îro li her çar parçeyên Kudistanê berxwedan heye. Me bi xwîna van şehîdan Kobanê û Şengal rizgar kir. Niha bi xwîna van şehîdan Cizîr li ber xwe dide û bi xwîna şehîdan em ê bi ser kevin û şehîd nasnameya me didin diyar kirin. Şehîd ronahiya rêya me ne."

Li ser navê Fermandariya YJŞ'ê (Yekîniyên Jinên Şengalê) Axîn Êzîdxan axivî û got: "Wekî hûn jî dizanin ev pêngava tolhildana şehîdê Geliyê Şilo ev çend roj in destpê kiriye. Bi ruhê û bi xwîna van hevalên şehîd, me gundê Medîban ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Hevalê şehîd Genco her dixwest di çeperên herî pêş de be. Niha jî havalê Genco ji me re bû wekî xeta azadiyê, xeta serkeftinê. Ji bona wan keç û dayikên me yên di destê DAIŞ'ê de hevalê Genco gotibû, 'Heyanî dilopek xwîn di canê me de heye û heya dayikên me di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, ez dest ji têkoşîna azadiyê bernadim.' Niha bi xwîna şehîd Genco û wan havalên şehîd em keç û dayikan rizgar dikin."


 ŞENGAL