Hevserokên Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Mihemd Ebdullah, gelek endam û rêveberên partî û xelkê bajêr tevlî merasimê bûn. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir di merasimê de axivî û di serî de ji malbata şehîd Manî û hemû gelê Kurd re sersaxî xwest û got: “Şehîd Manî siyaset û desthilatdariya şexs û partiyan derbas kir û derbasî rojavayê Kurdistanê bû. Ji bo rêzgirtina van şehîdan, divê em dest ji berjewendiyên partî û şexsî berdin û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava tevgerê.”
Malbata Şehîd Manî jî got, ji bo wan gerîla, pêşmerge û şervan ferq nake û ti cudahî di navbera şehîdan de nîne û hemû di heman sengerê de şer dikin.
Xelkê bajêr cenazeyê şervanê YPG’ê Hekar Seyîd Hesen bi tilîlî û dirûşmeyan spart axê. Merasîm bi dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî bû.
Şevanê YPG’ê Hekar Seyîd Hesen bi eslê xwe ji parêzgeha Helebce ye. Sala 2014’an çû rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedana YPG’ê bû. Di 10’ê Nîsana 2015’an de li gundê Xerîta yê Til Temirê li gel çend hevalên xwe di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şehîd bû.
ROJNEWS / SILÊMANÎ