Şehîd Mizgîn namire

Haberleri —

Şehîd Hozan Mizgîn beriya niha bi 27 salan 11´ê Gulanê di şerê li dijî Artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Li Rojavayê Kurdistanê Tevgera Çandê Hozan Mizgîn bi merasîman bi bîr anî û got, Şehîd Mizgîn bûye dengê Kurdistanê.

Tevgera Çand û Huner li Rojavayê Kurdistanê Şehîd Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) bi bîr anî. Şehîd Mizgîn sala 1992` de şehîd bûbû. Ji boi bibîranîna wê li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya Kobanê û li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi merasîman hate bibîranîn.

Bi boneya salvegera 27`an a şehadeta Şehîd Mizgîn Tevgera Çand û Huner a Baqî Xido merasîmek li dar xist. Hozan Mizgîn 11´ê Gulana 1992´yan li Bedlîsê di encama helwêsteke fedaî de ji bo ku bi saxî nekev destê dijmin, şehîd bûbû.

Merasîma bibîranîna şehîd Mizgîn bi beşdariya bi dehan welatiyên herêma Firatê li dar ket. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre sînevizyonek li ser jiyana Şehîd Mizgîn hat nîşandan.

Hevseroka Navenda Çand û Huner a Girê Spî, Zekiye Şêxî di merasîmê de axivî û got, “Di vê rojê de hevaleke hozan ku roleke girîng di hunerê Kurdî de heye, şehîd bûye. Ji ber wê, ev rojeke manedar e.”

Şehîd Mizgîn xizmeta gelê xwe kir

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman salvegera 26`an a şehadeta şehîd Mizgîn bi bîr anî û got, “Gelek hevalên me ji bo ku rastî, maf û hestê gelê xwe bînin ser ziman, şehîd bûne. Yek ji wan Şehîd Hozan Mizgîn e ku dijmin her dixwest wê bike hedef, lê Mizgîn bi vîna xwe her tim li ber xwe dida û mafê gelê xwe bi rêya stranan dianî ziman.”

Paşê endamê Rêveberiya Kongreya Star, Semîre Ehmed diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind e û got, “Şehîd Mizgîn bi hunerê xwe ji bo gelê xwe can kir qurban. Şehîd mirovên herî pîroz in ku rihê xwe dikin xizmeta gelê xwe.”

Merasîma bîranînê bi pêşkêşiya muzîkê bi dawî bû.

Şehîd Mizgîn dengê xwe da Kurdistanê

Li Qamişloyê jî Tevgera Çand û Huner a herêma Cizîrê bi wesîleya salvegera 27‘an a şehadeta Hozan Mizgîn merasîmek li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, şêniyên bajarê Qamişlo û hunermend beşdarî merasîmê bûn.

Cihê merasîmê bi wêneyê Şehîd Mizgîn, şehîdên meha Gulanê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Merasîml bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen û bi navê Tevgera Kevana Zêrîn Bêrî Dêrsim axivin.

Di axaftinan de hate gotin, “Di kesayeta Hozan Mizgîn de em hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê û şoreşa Rojava bi bîr tînin. Dengê şehîd Mizgîn wê hertim zindî be. Şehîd Mizgîn dengê xwe da Kurdistanê û bû sembola şoreşa Kurd.”

Piştî axaftinan, Koma Stêra Zêrîn, Kîkan û Girbawî stranên hunermend Mizgîn gotin. Koma Hêvî Yekta şanoyek bi navê “Mirin û Jiyan” pêşkêş kir. Her wiha hunermend Elî Mensûr stranên folklorî û helbestvan Ferhadê Merdê helbest gotin.

 

KOBANÊ / QAMIŞLO

 
 

Fermandara yekem a Xerzanê

 

Şehîd Hozan Mizgîn 11´ê Gulana 1992´yan ji bo ku bi saxî nekev destê artêşa Tirk a dagirker, bi helwêsteke fedaî şehçîd bûbû li Tetwanê. Şehîd Hozan Mizgîn ji bilî rola xwe ya pêşeng di nava Tevgera Çandê ya Kurdistanê de, ji damezrênerên yekem tevgera Kurd a jinan a li Bakurê Kurdistanê YJWK´yê (Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê) ye. Ew di heman demê de li Xerza yekem fermandara jin a gerîla ye.

Ji ber vê yekê ye, gava ku Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd  Hozan Mizgîn bi bîr tîne dibêje, “Wê hem xelk bi rêxistin kir, hem jî bû fermandara artêşa rizgariyê. Bi dengê xwe bû dengê tevahiya jinan û qêrîna azadiyê ya Kurdistanê.”

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.