Do roja yekê ya Cejna Haciyan de xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê şehîdên Şoreşê ji bîr nekirin û çûn ser gorên li li şehîdgehan.

Li Efrînê malbatên şehîdan ên ku zarokên wan li Goristana Şehî d Refîq a Navçeya Şera ya Kantona Efrînê hatine veşartin, berê sibehê çûn ser gorên wan. Malbatan gul û kulîlk danîn ser gorên şehîdan û şîranî belav kirin. 

Li goristanê merasîm Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê merasîmek li dar xist. Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Bilbilê, Şefîqa Silêman û Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo axîvin.

Wan got, “Şehîd rêya gelan ronî dikin û wan jî bindestiyê xelas dikin. Li Bakurê Sûriyê û Rojava gelê Kurd û Ereb destanên qehremaniyê dinivisînin û şehîd lehengên vê destanê ne”.

Piştî axaftinan, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan cejna malbatên şehîdan pîroz kir.

 

Goristana Şehîd Seydo

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê, şervanên YPG/YPJ, endamên Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî, nûnerên TEV-DEM, Kongereya Star, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, doh berê sibehê, çûn serdana Goristana Şehîd Seydo a gundê Kefera ya navçeya Cindirêsê.

Li vir jî merasîmek, hat lidarxistin. Di merasîmê de, endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cindirêsê Hesen Berko û Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Efrînê, Hêvîn Reşîd axîvin.

Di axaftinan de, hate gotin ku bi saya berxwedaniya şehîdan cejn bi aramî tê pîrozkirin. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.


Girê Spî cejna pakrewanên xwe pîroz kir

Şêniyên Kantona Girê Spî jî roja yekê ya Cejna Qurbanê li goristana şehîdan pîroz kir. Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zelîxe Ebdê û Hemdan El-Ebid,Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokaratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Rêveberê Tevgera Civaka Demekoratîk a Girê Spî Selahedîn El-Firat, Rêvebera Kongereya Star Peyman Cûdî jî di nav de,  bi dehan şervanên YPG û bi dehan şêniyên Kantona Girê Spî berê sibehî çûn serdana goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê.

Li goristanê Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm û endamê TEV-DEM‘ê Sebrî Nebî axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku şehîdan di dîrokê de destanên qehremaniyê nivîsandine û soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn. 


 EFRÎN/GIRÊ SPÎ