Nazê Nayîf Qewal ku di 14’ê Adara sala 2017’an de di encama êrişa koma çekdar a bi navê Pêşmergeyên Roj de li bajarokê Xanesorê yê ser bi Şengalê, şehîd bûbû, tê bibîranîn.
Doh salvegera şehadeta Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewal yek ji berxwedêrên li dijî êrişên bi ser Xanesorê yên 3’yê Adarê bû. Di 2’ê Adarê de komên çekdar ên ser bi PDK’ê û AKP’ê ku navê Pêşmergeyên Roj li xwe kiribûn, ji aliyê Sihêla ve çûbûn Xanesorê û sibeha 3’yê Adarê jî bi çekên giran êrişî bajarokî kiribûn. Li ser vê yekê şervanên YBŞ/YJŞ’ê bersiv dabû û di şer de 7 şervan şehîd bûbûn.
Li ser van êrişan pêla nerazîbûnê li tevahiya Kurdistanê û cihanê belav bûbû û gel rabûbû ser piyan. Di çarçoveya nerazîbûnan de gelê Êzîdî jî li Şengalê rabûbû ser piyan. Di roja yekemîn a êrişan de dayikan berê xwe da çeperên çeteyan û xwe li ber xendekên wan kirin mertal. Di 14’ê Adarê de jî gelê Şengalê meşa girseyî li dar xist û heta çeperên çeteyan meşiya. Lê koma çeteyan dîsa bi guleyan êriş kir û endama TAJÊ, Nazê Nayîf Qewal şehîd kir. Di êrişê de 15 sivîl jî birîndar bûn.
Navê wê li wargehê hate kirin
Piştî şehadeta Nazê, TAJÊ, navê wê li kampeke li Serdeştê kir. Nazê di malbatê de bû şehîda sêyemîn ku li dijî dagîrkeran canê xwe feda kir. Nazê Nayîf Qewal doh gava nûçeya me dihat amadekirin, ji aliyê TAJÊ ve li cihê ku lê hatibû qetilkirin, dihat bibîranîn.
ROJNEWS / ŞENGAL