Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Îbrahîm (Dost) ê ku dema erka xwe bi cih dianî di encama qezeya trafîkê de şehîd bibû, bi merasîmekê girseyî li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur spartin axê.
Di merasîma cenaze de ji fermandarên YPG‘ê Munzur Agirî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Madem ku dayikên mîna Zeyneb lehengan diafirîne ku giyanê xwe di oxira welat û gel de dan, wê serkeftin teqez para me be.
Dayika şehîd Dost, Zeyneb Murad jî got: “Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hevalên wî sîlehê re dixwazim. Ez ji hersê şehîdên xwe re dibêjim ez bi şehadeta we serbilind im, ji ber ku her sal ez kurekî xwe zave didim vî welatî, ez soz didim ku ez ê çeka we rakim û xaka xwe ya ku bi xwîna we hatiye avdan biparêzim, silavan li birayên xwe Simko û Kîlan bike û ji wan re bêje ku em xurt in ji ber ku hêza xwe ji we digirin.”
Cenazeyê şehîd Dost li kêleka gorên birayê wî di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate veşartin.
Şehîd Dost ê şehîdê sêyemîn di malbatê de ye, birayên wî Simko û Kîlan di pêngavên rizgarkirina Tebqa û Dêrazorê de şehîd bûn.
ANHA/QAMIŞLO