
Bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûd, sersaxî ji malbata Şehîd Yehye Şihadê (Etîq) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, xwestin.
Hemû gelên taxa Şêxmeqsûd û şêniyên taxa Benî Zêd berê xwe dan konê sersaxî yê fermandarê Hêzên Eşîreyan Yehye Şihadê (Etîq) ku di 15’ê Hezîran a 2017`an de li Reqayê şehîd bû û sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin.
Konê sersaxiyê ku li pêşiya mala malbata şehîd li Şêxmeqsûd hatibû vekirin, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan û wêneya têkoşer Şehîd Yehye hatibû xemilandin.
Li kon merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê axaftin ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd Delal Kino, Endama Rêveberiya PYD`ê Roşîn Mûsa, Endamên Meclîsên Sûriyê Demokratîk li Helebê Fehîme Hemo û Yehye Abo Bera, Rêveberiya Meclîsa Xetên Şehîd Robar û Gelhat Arif Reşîd, Endama Rêveberiya Kongra Star Zeyneb Mihemed û Endama Rêveberiya Meclîsa Benî Zeyid Cemal Şêx, hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata Şehîd Etîq û hemû şehîdên biratiya gelan hate xwestin. Axafitvanan dest nîşan kirin ku şehadeta têkoşer Yehya di hemleya rizgarkirina Reqayê de nîşana biratiya gelan û hevgirtina wan nîşan dide.
Her wiha Bavê Şehîd Etîq Mihemed Şihadê jî avixî û got:”Ez bi kurê xwe yê şehîd serbilind im, kurê min wê bimîne şehîdê netewa demokratîk”.
HELEB