Li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr bi beşdariya bi sedan gerîlayî merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de Hevserokê KODAR'ê Rêzan Cawîd, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir, Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, Endama Koordînasyona KJK'ê Leyla Agirî, ji fermandarên HPG'ê yên qadê Elî Piling, fermandarên YJA Starê, malbata Beg û bi sedan Kurdistaniyên ji Rojhilat û Başûr amade bûn. Li dû axaftinan cenazeyê Beg li şehîdgeha gerîla hat veşartin. Serdanên sersaxiyê wê li cihê gerîla Şêr Beg lê ji dayik bûye li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê bên qebûlkirin.

ANF/QENDÎL