
Li Silêmaniyê li ser gora yekem şehîdê xwepêşandanên 17’ê Sibatê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de malbatên şehîdên 17’ê Sibatê, parlamenter û çalakvanên medenî amade bûn. Di merasîmê de bavê şehîd Rêjwan, Westa Elî, Parlamenter Elî Heme Salih, Soran Omer û Ebubekir Heledinî, rojnameger Mihemed Reuf, nûnerên Eniya Xelk û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê peyam pêşkêş kirin.
Di merasîmê de bavê şehîdê yekem ê xwepêşandanên 17’ê Sibatê Rêjwan, Westa Elî ku axivî, got; “Mixabin piştî xwepêşandanên 17’ê Sibatê desthilatê li cihê guherî daxwazên welatiyan bike, dest bi talankirin û binpêkirina mafê vî gelî kirine.
SILÊMANÎ