
Girtiyên siyasî yên Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî û Alî Heyderiyan, ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin, li bajarên Sine û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn. Li Londonê bi heman mabestê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Sineyê, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, serdana malbatên ciwanên hatin darvekirin kirin. Li vê derê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û qala jiyana wan a şoreşgerî hate kirin. Merasîmên li malan hatin kirin, bi xwendina helbestan û qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.
Li Merîwanê jî, endamên Însiyatîfa Ciwanên Apoyî ji bo bîranîna şehîdên 9'ê Gulanê, li hewşa Zanîngeha Merîwanê 5 şitlên dara berû çandin. Dûre daxuyaniyek hate dayîn û soz hate dayîn ku ew ê xwedî li mîrateya siyasetmedarên Kurd ên hatine darvekirin derkevin.
Li Londonê hatin bîranîn
Şehîdên 9'ê Gulanê Ferzad Kemanger û hevalên xwe li paytexta Brîtanya Londonê pêr bi merasîmekê hatin bîranîn. Çalakiya bîranîna her çar kadroyeen peeşeng yeen PJAK'ee ku di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin bi beşdarî Kurdên li Brîtanyayê û gelek welatiyên din yên Brîtanyayê pêk hat. Çalekgeran wêneyên Şehîdên 9'ê Gulanê yên PJAK'ê û wêneyên şehîdên din yên PJAK'ê hilgirtin û meşek lidarxistin. Çalakiya bîranînê bi drûşmeyan bi dawî bû.
SINE/ LONDON