
Kedkar, tekoşer, fermandar û gerîlayê 30 salan Seîd Tanit binas nav Bedran Cûdî û 4 milîsên binavê Mehmet Tanit, Evdilkerim Îzer, Mûrat Atak (Zekî) û Osman Arzû ku di 22’ê Nîsanê de di encama êrîşên firokeyên şer yên artêşa Tirk a faşîst li Amêdiyê şehîd bûn, li Wargeha Mexmûrê hatin defnkirin. Pêr li Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna hezaran ve hatin definkirin. Li Wargeha Mexmûrê ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin, ji dervey nexweşxaneyan derabeyên dikanan hatin girtin.
Di ketina wargehê de ji aliyê hezaran ve kerwanê 5 şehîdan hat pêşwazîkirin û heta Mizgefta Wargehê bi kerwanê ji sedan wesayitan bi qêrîna dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet’ meşiyan. Piştî ku wecîbeyên olî hatin bicihanîn, cenazeyên şehîdan li ser milan ber bi Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê ve ji bo merasîma şehîdan hatin birin. Merasîma Şehîdan bi tevlîbûna malbatên şehîdan, Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat û Fermandara YJA-Starê Raperîn Gabar û gelê wargehê yê ji 7 salî heta 70 salî ve hat lidarxistin.
Piştî merasîma şehîdan, dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Xiyanet û Hevkariya bi Dijmin û Dagirkerên Kurdistanê re’, bi deh hezaran gelê Wargeha Mexmûrê şehîdên xwe li ser milan birin goristana wargehê û şehîd di bin dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ de hatin definkirin.
Piştî definkirina şehîdan, gel ji goristanê hatin cihê konên sersaxiyê û wê sê rojan konê sersaxiyê were ziyaret kirin.
ROJNEWS / MEXMÛR