Piştî ku cenazeyê şervanê YPG’ê Aram Kerkûkî (Mihemed Nizar) ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de li Rojavayê Kurdistanê şehîd bibû, gihişt Kerkûkê bi merasîmekê hate pêşwazîkirin.
Şeva din li Topzawew yê ku dikeve başûrê Kerkûkê ku lê ji dayîk bibû, cenazeyê şervanê YPG’ê Aram Kerkûkî bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê YPG’ê Aram Kerkûkî di berxwedana Serê Kaniyê de ya li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibû.
Delîl şehîdê Kurdistanê hemûyî ye
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê jî ji bo şervanê YPG’ê Gelhat Gabar (Delîl Xalid) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû sersaxî tên qebûlkirin. Dayîka wî hêvî kir ku çarenûsa Erdogan weke ya Sedem be. Xwişk û birayê wî diyar kirin ku bi birayê xwe serbilindin, daxwaza yekîtiyê kirin û gotin; “Şehîd Delîl şehîdê Kurdistanê hemûyî ye.”
Li Mizgefa Birwa ya li Taxa Têtoke ya navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê welatî kom kom diçin sersaxiya şervanê YPG’ê Gelhat Gabar û ji malbatê re sersaxiyê dixwazin.
Şehîd Gelhat Gabar di 21’ê Cotmehê de li gundekî Kobanê di şerekî li gel leşker û çeteyên dewleta Tirk de şehîd bû. Pêr bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Helwest a li Ranyayê hate veşartin.
ROJNEWS/RANYA-KERKÛK