Di merasîma bîranînê de ji YJK-Elmanya Zozan Mêrdîn û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş axivîn.
Şehîdên Cizîrê li bajarê Elmanya Essenê bi civînekê hatin bîranîn. Zozan Mêrdîn li dû rêzgirtinê dest bi axaftinê kir û got, "Vî gelî her tim li ber xwe daye û di sedsala 21'an de jî li ber xwe dide. Em îro hem weke gel hem jî weke gerîla li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî dewletên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê têdikoşin. Divê em zanibin, barê me gelekî giran e. Gelo di salên 90'î de xendek hebûn ku 17 hezar kes bi awayekî kiryar nediyar, hatin qetilkirin. Dema Saddam bi çekên kîmyewî 180 hezar Kurd qetil kirin, hingî xendek hebûn? Rejîma Îranê hînê jî Kurdan îdam dike, gelo li wir xendek hene? Eger îro rejîma AKP'ê karibe bi Kurdan, hingî wê sibe Elewî, Êzidî, Sûnî û hindikahiyên din ên li Tirkiyeyê jî bitepisîne."
Ruhe Apoyî ji bo mirovahiyê li ber xwe dide
Ji Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Aktaş jî bal kişand ser wehşeta mezin a li Kurdistanê û got, "Dijminê li hemberî me bi komkujiyan mirovahî qedandiye, lê li hemberî vî dijminî hêzeke li ber xwe dide heye. Ruhê Apoyî, ruhê PKK'ê mirovahiyê diparêze. Li ser navê mirovahiyê şer dike."
Aktaş işaret bi Hefteya Lehengiyê jî kir û Mazlûm, Egîd, Bêrîtan, şehîdên berxwedana xwerêveberiyê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir, Fûat Karabaş, Ramazan Gumuş, Kader Sakar, Mahmût Doymak, Selîm Tûray, Abdullah Îvedî, Sema (Bişeng Kolanç), Şiyar, Azîz Yoral, M. Saît Arslan, Taybet Arslan, Azîme Asan, Omer Baran, xwişk û birayên hev Yasemîn û Dengdav, Dîlber Bozkûrt û Armanc Canfeda bibîr xistin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, xwarina xêrê hat belavkirin.
ESSEN