Bi mebesta bibîranîna pakrewanên Şoreşa Rojava li paytexta Almanya Berlînê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Çalakî li ser navê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş), Arîn Mîrkan, Dilbirîn Paşo û tevahiya cangoriyên şoreşa Rojava de hate amadekirin. Bîran li navenda komela Kurd bi amadebûna nûnerên PYD Berlîn, TEV-ÇAND, YAJK û AGÎF’ê ve dest pê kir. Piştî rêzgirtina ji bo giyanên pakrewanan li ser navê YAJK ê Emel Gulo axivî, Gulo di axaftina xwe de balê kişand ser grîngiya şehîdan di şoreşa PKK ê de û gotina serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan a:“Serokên min yên yekem şehîdên min in“ bi bîr anî û li ser çalakiya Arîn Mîrkan sekinî.
Rojava dilê Rojhilata Navîn e
Li ser navê AGÎF ê jî Bakî Selçuk axivî, Selçuk jî di axaftina xwe de li ser girîngiya şoreşa rojava sekinî û li ser girîngiya Şoreşa Rojava û Kobanê wiha got: “Rojava dilê Soreşa Rojhelata Navîn e, Kobanê jî dilê Rojava ye. Li wî bajarê biçûk û bi derfetên pir hindik bi canên xwe ve rûmeta mirovahiyê parastin.”
Siyasetmedarê Kurd Muharrem Heval jî got: “Çma zarokên Tirk, Ereb, Turkuman, Suryan, Elewî, Êzdî, Ermen û yên din tên xwîna xwe tevli xwîna zarokên Kurdan dikin? Ev nirxeke bilind e, ev tevlibûneke nû derdixe holê. Li Rojhelata Navîn dema biratiyeke nû bi vê tevlibûnê ve derdikeve holê.“
Xwîşka Dilbirîn Paşo Hêvîn Paşo jî derbarê birayê xwe de agahî dan û ji nameya wî ya dawî hin beş xwendin.
Dayîka şehîd Ayhan Çalkan Gozê Çalkan Jî li ser navê komîteya şehîdan wiha axivî: „Îro yekîtiya Kurdan pêktê, dijmin herî zêde ji vê ditirsin, divêt em zêdetir kar bikin û bibin layiqê wan cangoriyan.“
 Li ser navê mizgefta Kurdan jî Mele Seîd peyama xwe ya sersaxiyê pêşkêş kir: “Ciwan û xortên me têdikoşin û şehîd dikevin. Îro tevahiya dinê destek didin vê dozê, ji ber ku ev doz pîroz e. “



YEKO ARDIL/BERLÎN