
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilbirîn Rojava li goristana Şehîd Mehmûd Tame ya li Girê Spî doh û cenazeyên 5 cangoriyên berxwedana herêma Şehbayê ya li bermaberî êrîşkar û dagirkeran, li Efrînê pêr hatin oxirkirin.
Îbrahîm Xelîl Kurdo (Dilbirîn Rojava ) di 24′ê Cotmehê de, dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, ji aliyê sekvanên artêşa Tirk ve li ser sînorê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da. Şêniyên bajarê Girê Spî cenazeyê têkoşer Dilbirîn Rojava ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Mihemed Tame ve ketin rê.
Li goristanê merasîmek ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve hat lidarxistin. Malbata Şehîd Dilbirîn soza şopandina têkoşîna azadiyê dan.
Cangoriyên li dijî dagirkeriya Tirk
Cenazeyên 5 cangoriyên berxwedana herêma Şehbayê, li Efrînê hatin oxirkirin.
Bi sedan ji welatiyên kantona Efrînê ji bo oxirkirina her 5 şervanên Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nîhad (Mihemed Nibo), Şîşanî El-Kurdî (Wail Dalî Hesen), Çiyaşîn (Hisên Mistor), Berfîn Amed (Sêvîn Xidir) û Birêns (Îbrahîm El-Hemîd) ku di anvbera 19 û 27’ê Cotmehê de li hemberî komên çete û dagirkeriya Tirkiyeyê şehîd bûn, li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê hatin cem hev û berê xwe dan goristanê.
Piştî axaftinan, wecîbeyên dînî hate kirin û di nava dûrişme û tilîliyan de li goristanê hatin definkirin.
GIRÊ SPÎ / EFRÎN