Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo 50 şehîdên Asayîş, YPG/J û HPG`ê ku di meha kanûnên di salên cuda de di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk a dagirkerde jiyana xwe ji dest dan merasîmeke bi heybet  li dar xist.

Merasîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat lidarxistin. Bi sedan ji malbatên şehîdan, şervanên YPG/J, Berdevka Fermî ya YPJ`ê Nesrîn Abdullah, Hevserokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên meclîs û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn. 


 QAMIŞLO