KCK’ê di peyamê de got; “33 ciwanên sosyalîst ên ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya Kobanê hatibûn Pirsûsê, hatin qetilkirin. Em van her 33 ciwanên sosyalîst bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê xewn û xeyala wan a Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.”

KCK’ê diyar kir, ev her 33 ciwan, ji ber ku bi feraseta têkoşîna hevpar a gelan destek dan gelê Kobanê hatin qetilkirin û wiha dewam kir: “Ji ber ku li dora berxwedana Kobanê ruhê piştgiriyê yê gelan derket holê, ev 33 ciwan hedef hatin girtin. Êrîş li hemberî ruhê Pirsûsê hatiye kirin, ku ev ruh di çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê yên li sînorê Pirsûsê hatin lidarxistin de derket holê. Li Pirsûsê, bi mehan, bi deh hezaran, bi sed hezaran mirov ji bo destekkirina Berxwedana Kobanê hatin cem hev, ruh û jiyaneke nû derxistin holê. Vî ruhî di serketina Kobanê ya DAIŞ têk bir de roleke griîng lîst. Di heman demê de, mîna ku di 7’ê Hezîranê de hat dîtin, derbeke girîng li faşîzma AKP’ê xist.”


 ANF/BEHDÎNAN