33 ciwanên sosyalîst ên li ser rêya Kobanê, li Pirsûsê ji ber êrîşeke bombeyî jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Wûppertalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin bîranîn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn. Girseya gel qurnefîl danî ser wêneyên ciwanên hatin qetilkirin û yek bi yek navên wan hatin xwendin.

Li ser banga Yoûng Strûggle Awûstûrya, girseya gel di salvegera yekemîn a komkujiya Pirsûsê de daket kolanan û daxwaza edaletê kir. Di axaftina li ser navê Yoûng Strûggle de salvegera şoreşa Rojava hat silavkirin. Nûner diyar kir, bi Şoreşa Rojava ve vîna gelên li Rojhilata Navîn  dîktatoran têk dibe û got, “Ji ber vê yekê, ji bo têkbirina Şoreşa Rojava, hêzên emperyalîst bi taybetî dewleta Tirk di nava hewldanên mezin de ne. Lê hewldanên wan bi kêr nayên û Şoreşa Rojava her mezin dibe.” Kampanya “Ji bo Pirsûsê Edalet” a li Awûstûryayê wê doh saet di 14:00 de li ber avahiya Opera bi vedana konê çalakiyê hate vedan. 


 WUPPERTAL/VIYANA