Şehîdên berxwedana Şengalê li ser gorên wan hatin bibîranîn. Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li Şehîdgehê ji bo malbatên şehîdan civînek lidar xist. Di civînê de yek ji fermandarên YJŞ’ê Hêzda Şengalî axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YBŞ/YJŞ, berxwedana dayîk û jinên gelê Êzîdî.
Wê got, ew ê li ser rêya şehîdan bimeşin. Li ser navê fermandariya YBŞ/YJŞ’ê Mazlûm Şengalî jî got, “Em deyndarên dayîkên xwe ne, hebûna me, dîroka me, çanda me û pêşeroja me dayîkên me ne.’’ Piştî axaftinan dayîk û malbatên şehîdan bi şervanan re çûn ser gorên şehîdan.
ROJNEWS/ŞENGAL