
Bîst girtiyên siyasî li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec a Îranê nameyek ji bo Raportora Taybet ya Mavê Mirov ya ser bi Neteweyên Yekgirtî (NY) yê karûbarên Îranê, Asîme Cehangirî re şand. Girtiyan di nameyê de xwest ku navenda navneteweyî piştgiriya Seîd Şêrzad bike.
Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan Kurdpayê belav kirî, naveroka nameyê wiha ye: “Li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê gelek caran mafê girtiyan û binemalên wan hatine binpêkirin. Wan gelek gotin, name nivîsîn û lêgerîn li ser girtiyan kiriye. Lê heta niha bersiveke erênî ji aliyê berpirsên aliyên peywendîdar ve nehatiye dayîn.”
Jiyana Şêrzad di xeterê de ye
Her wiha di nameyê de hatiye ragihandin ku girtiyê siyasî Seîd Şêrzad ev 38 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha dewam dike: “Her wiha her du girtiyên siyasî Huda Sabîr û Ekber Mihemedî berî niha di greva birçîbûnê de bûn, jiyana xwe ji dest dane. Em daxwaz dikin ku ji bo parastina jiyana Seîd Şêrzad hemû rêyan li ber çav bigrin.”
Navên kesên name îmzekirî wiha ne: Şahîn Îqdamî, Ferîd Azmûde, Behzad Terehomî, Reza Ekber, Îrac Hatemî, Xalid Herdanî, Letîf Husênî, Wahîd Xelusî, Cabir A}bidînî, Îbrahîm Feyrûzî, Hemze Sewarî, Hesen Sadiqî, Ebulqasim Fuladwendî, Ferhad Fehendij Îbrahîm Feyrûzî, Reza Kahe, Ehmed Kerîmî, Salih Kuhnedil, Seîd Masurî, Zanyar Muradî û Bêhnam Mûsawend.
Bêrî niha jî
Seîd Şêrzad çalakvanê siyasî yê Kurdê yê ji bajarê Kirmaşanê ye, û berî niha jî ketibû greva birçîbûnê. Wî nameyek şandibû derveyî girtîgehê û di nameyê de îşaret kiribû bi bêrêziya polîsan li hember binemalên girtiyan, destdanîna ser endamên malbatên girtiyên siyasî, nehiştina dermankirina girtiyên siyasî, êşkencekirina wan, bi zorê birina dadgehê.
NAVENDA NÛÇEYAN