"Konê Çareseriya Demokratîk û Aştiyê" ya bi navê Evîn Gewdan ku bi pêşengiya DOKH'ê ve li cem Pira Krom a herema Nodiz Merwana ya li navçeya Payîzavaya ji bo şopandina paşvekişandina endamên HPG'ê hatibû vedan rakirin navçeya Ebexê. Konê ku li gundê Tepelî rastî eleqeya gundiyan hat. Di vê navberê de leşkeran jî li derdorê tedbîr girtin. Ev jî sedema berteka welatiyan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Ebexê Abbas Atsak di dema merasîma vekirina konde axaftinek kir. Atsak balkişand ser pêvajoyê û wiha got: "Ji ber ne gerîlla ne jî leşker di vê pêvajoyê de mirine, em gelek kêfxweşin. Eger AKP jî gav bavêje ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo dê bi aştiyekê encam bibe. Di vê pêvajoyê de lazime girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî bên berdan."
Piştî axaftinê li derdora kon agir hatin pêxistin û govend hate gerandin.
Li Geverê nobet didome
Li navçeya Gever a Colemêrgê jî konê di heman çarçoveyê de hatiye vedan rastî eleqeya gel tê. Nobeta di kon de ji aliyê Kooperatîfa Jinan a Geverê, Meclîsa Jinan a Geverê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Sosin, Endamên Meclîsa Giştî û Endamên Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ve hate dewr girtin. Di konê ku li Girê Rahmo hatiye vedan de pirsgirêkên çapemeniyê û rewşa jinê hate nîqaşkirin.
DÎHA/WAN