Sektora goşt û karkerên demkin
MAHMUT SEVEN
Pîşesaziya Goşt a Elman par bi 20 mîlyar euroyan îş kiriye û 65 hezar kardar û 200 hezar karkerên din di vê sektorê de dixebîtîn. Di nava vê sektorê de holdînga mezin Tonnies Holding e, navenda wê li Rheda-Wiedenbruckê ye. Li wê navendê vê Hezîranê gelek kes bi vîrusa koronayê ketin.
Holdînga Tonnies li Rheda-Wiedenbruck, Sogel, Wilhelmshaven, Kellinghusen, Beckum, Badbergen, Kempten, Weissenfels, Brandenburg an der Havel goşt û tiştên ji goşt hildiberîne. Kargehên li Weissenfels û Rheda-Wiedenbruck ji bo Yekîtiya Ewrûpayê û Japonyayê hatine pejirandin.
Berhemên goşt ku ji hêla Tonnies ve hatine çêkirin bi navên Tillman, bi bihayê kêmkirî Landjunker (Lidl), Meine Metzgerei (Aldi), lê her wiha li Rewe, Edeka (Gut & Gunstig) li Kaufland (K-Classic) tên firotin.
Rexne helbet li holdîngê hatin girtin. Lê her wiha li siyaseta Elman jî hatin girtin, ji ber ku wê di wexta xwe de tevdîrên lazim negirtin. Ev rexneyên li ser tevdîran jî bi pirranî li ser şert û mercên karker tê de ne. Wekî din hevpeymanên kar ên di navbera holdingê û dezgehên karên demkî de têne rexnekirin. Ji ber ku ew karkeran ji derveyî Elmanyayê ji bo demeke kin tînin û wan di şert û mercen xirab de radigirin.
Herçî hejmara kesên bi Covid-19´ê ketine, li fabrîkayên goşt ên li NRW, Baden-Wurttemberg, Schleswig-Holsteinê 600 bûyer hatine tesbîtkirin.
Koleyên doh û karkerên kirêkirî yên îro
Elmanya ji bo ku pîşesazî karkerên erzan peyda bike ji salên 1960´î ve qanûn derxistine. Ev qanûn bi pirranî kardaran diparêzin. Ti qîmetê nadin şert û mercên karker tê de. Li Elmanyayê qederê 3600 Firma hene ku Karkeran bi kirê didin şirketan. Ev bi serê xwe sektorek e ku qederê milyonek kesî dide xebitandin. Xebatkarên vê sektorê bi pirranî ji rojhilata Ewrûpayê tên.
Pîşesaziya xwarin û vexwarinê û goşt, sektora donerê, sektora avahîsaziyê, pîşeyên hemşîre ji vê yekê sûdê werdigirin. Ji bo karsaz kara xwe zêdetirbikin, pêwîstiya wan bi van karkeran heye. Yanî koleyên doh, karkerên ji bo demên kin tên kirêkirin yên îro ne.