
Hêzên gerîla, li herêma Barzanî li eskerên Tirk ên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de 2 eskerên sekvan hatin kuştin. Li Çelê jî 4 esker hatin kuştin.
Eskerên Artêşa Tirk a dagirker ên li mintiqeya Koordîne ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê derketin operasyonê, bûn hedefa hêzên gerîla.
Li gorî agahiyan pêr saet 17:00´an de, li girê Koordîne hêzên gerîla li hemberî 2 leşkerên Tirk ên sekvan çalakiyek kirin. Di encamê de her du sekvanên Tirk hatin kuştin.
Wekî din, li herêma Petro ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê, gerîla li dijî maşînên kar ên ji bo operasyonê rê çêdikirin, çalakî kir. Di encamê de 5 kesên li dora van maşînên kar hatin kuştin, û 4 ji van esker in.
Artêşa Tirk, cenazeyên xwe pêr êvarê bi helîkopteran ji herêmê rakirin.
ANF / BEHDÎNAN