Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî komkujiyên dewleta Tirk serî hilda. Xelk dixwaze hikûmeta herêmê û Iraq baregehên eskerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê derxin.

Dewleta Tirk 23’yê Çile, bi balafirên xwe yên şer bombe li herêma Dêralokê ya Başûrê Kurdistanê barandin û ji ber êrişê 4 sivîl şehîd bûn û agahî ji 2 ciwanan jî nayê girtin. Li dijî komkujiyên dewleta Tirk yên li herêma Behdînanê gel 25’ê Çile li Dêralokê serî hilda û 26’ê Çile jî bi ser baregeha MÎT´ê û eskerên Tirk ya li Siriyê de girt. Artêşa Tirk bi ser gel de gule barandin û di encamê de zarokekî 13 salî jî di navê de 2 kes şehîd bûn.

Ji bo çavê gel bitirsînin

Piştî wan êriş û komkujiyên dewleta Tirk, şêniyên Şêladizê avêtin ser baregeha eskerên Tirk a li herêmê. Gelê ku dixwaze baregehên eskerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji holê bên rakirin, wesayitên li hundirê Baregeha Eskerî ya li Siriyê şewitandin. Xelkê du eskerên Tirk dîl girtin û ew radestî hêzên pêşmergey kirin.

Balafirên şer ên Tirk ji bo çavê gel bitirsînin, ji nizm ve firiyan û bombe li derdora Şêladizê, Dêralokê û Zapê barandin. Eskerên Tirk jî gule li gel reşandin û ji ber êrişê 2 sivîl şehîd bûn. Piştî bûyerê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re axivî. Barzanî ragihand ku wan li ser bûyera li Duhokê qewimiye dest bi lêpirsînê kiriye.

   

Serçemandî ne

Piştî bûyerê, hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ku komkujiyên dewleta Tirk şermezar bike, xwepêşandana rewa û mafdar ya gelê Şêladizê weke ‘Fitne’ bi nav kir û diyar kir ku ew ê derbarê xwepêşderan de lêpirsînê bide destpêkirin.

Li gorî agahiyên dawî ji herêmê hatine girtin ji pêr ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina baregehên Tirk yên dagirker hêzeke zêde ya eskerî birine baregeha Siriyê da ku wan ji gel biparêzin. Baregeha Siriyê bi gotina gelê herêmê, di heman demê de baregeheke îstîxbarata Tirkiyeyê ye û eskerên wê bi azadî di nava herêmê de digerin û zilmê li gel dikin.

         

Baregehên dewleta Tirk ên li Başûr

Dewleta Tirk, sala 1991’ê bi rêya îstîxbarata xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û ji sala 1997’an û vir ve jî bi dehan baregehên xwe yên eskerî li herêmê ava kirine. Ji ber êrişên dewleta Tirk, heta niha bi sedan sivîl hatine qetilkirin.

Di rewşa heyî de li Bamernê, Şêladizê, Batûfa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Siriyê, Kubkê, Qumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên eskerî yên Tirkiyeyê hene. Li  Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şaxên Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hene.

Piştî sala 2014’an li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp hatin avakirin. Baregeha berê ya li herêma Herîr a nêzî Hewlêrê jî weke kampekê tê bikaranîn. Li herêma Zûmarê, ji bo perwerdekirina hin koman, kampek hate avakirin.

 

ROJNEWS / ŞÊLADIZÊ