Di bombardûmana Balefirên Artêşa Tirk a dagirker a Geliyê Balinde yê Şêladizê de Xelîl Sîdan ê şehîd bûyî, hat veşartin û sersaxî li Mizgefta Siryê têne qebûlkirin. Xelkê Şêladizê yê serhildêr li hemberî bûyerê bi rik û hêrs e.

Welatiyê bi navê Xelîl Sîdan ê li Şêladizê di encama êrîşa balafirên Tirk de şehîd bû, şeva din li Şêladizê spartin axê û ji doh ve sersaxî li mizgefta Siryê dewam dike.

Balafirên şer ên Tirk pêr êvarê gundê Sîdan yê dikeve Geliyê Balinde ya bajaroka Şêladizê bombebaran kir. Di encama bombebarana dewleta Tirk de welatiyê bi navê Xelîl Sîdanî (47) şehîd bû.

Xelîl ê li gel hevalekî xwe çûbû serdana gundê xwe, bûbû hedefa êrişên balafirên Tirk, şeva din dereng bi tevlîbûna girseyeke qelebalix li Şêladizê hate definkirin.

Di merasîma spartina axê ya Xelîl Sîdanî de hêrs, şîn û xemgînî hebû.

Serhildana Şêladizê ya Çileya 2019´an

   

Şêladizê ya girêdayî navçeya Amêdî ya Duhokê bi serhildana xwe ya Çileya 2019an di hişê Kurdan hemûyan de cih girt. Serhildana Şêladizê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk bû. Çavkaniya serhildana gelê Şêladizê ya 15’ê Çileya 2019’an, xwe dispêre êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li ser Dêrelokê. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk de komkujiyek pêkhatibû û tê de 4 welatî şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.

Li dijî komkujiya li Dêrelokê welatiyên Şêladizê bi jin, ciwan û mêr û îxtiyaran ber bi Baregeha Leşkerî ta Sîrê dest bi meşê kirin. Welatiyan li wir leşkerên dagirker dan ber keviran, têlên li dora baregehê derbas kirin û ketin baregehê. Welatiyên kontrola baregehê kirin destê xwe tevî amûr û wesayîtên leşkerî baregeh şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker bi çekan êrişî welatiyan kir. Di êrîşê de 2 welatî şehîd bûn û çend welatî jî birîndar bûn.

Şêladiz dagirkeriyê qebûl nake

Xelkê Şêladizê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ji 20 salan zêdetir e ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê didome, bi hêrs e, û li dijî wê bi hêlwest e. Piraniya binkeyên eskerî yên artêşa Tirk li herêma Behdînan in. Tevahî welatiyên li herêma sînor li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk in û cara yekem 26’ê Çileya 2019’an tevahî hêrs û kîna xwe li hember dagirkeriyê teqandin. Baregeh û wesayîtên leşkerî yên têde şewitandin.

Rêveberiya Başûr ‘bêdeng eʼ !

Hikûmeta Herêma Kurdistan li hember vê serhildan û helwestê gelek welatî binçav kirin. Li dû serhildanê Serokwezîrê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke çapemeniyê de xwepêşandan weke “fitne”yê bi nav kir û diyar kir wê bersiva vê bidin. Her wiha rojnamevanên serhildan dişopandin û kesên tevlî serhildan bûn jî bi tundî tehdît kir. Li hemberî vê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan têkildarî serhildanê got, “Ez hevxemî û hevsoziya xwe pêşkeşî malbatên şehîdên me, gelê me yê Başûrê Kurdistan û Behdînan dikim. Ev şehîd şehîdê me ne. Gelê me yê li Behdînan (Şêladizê, Sîrê, Dêrelok) helwesteke erênî nîşan da. Cara yekê ye tiştekî wer rû dide. Bi vê helwestê dijbertiya xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan dan.”