Selçûk, ji kedkarên destpêkê yên çapemeniya Kurd a muxalif bû, ji damezrênerê rojname û kanala satelîtê ya pêşî Med TV’yê bû...
Îro salvegera wefata wî ye. Ew 14’ê Nîsana 1998’an li Bestayê şehîd bû. Tam 22 sal bihurîne. Çaxê ew şehîd bû, min ji bo wî di kovara Serxwebûnê de gotarek nivîsîbû.
Niha jî gava Kek Huseyin (Aykol) got, “qala Selçûk bike”, ez niha dîsa ji bo wî dinivîsim. Pirr zehmet e ku mirov bi qelemê behsa şoreşgerekî bike, şoreşgerekî zûzûka konê xwe ji nav me bar kir, yê ku ez jê hez dikim...
Hem Selçûk hem jî Kek Huseyin, her du jî di vî pîşeyî de hostekarên min in. Ez bi Selçûk re di destpêka salên 1990’î de di kovarên Serxwebûn û Berxwedanê de xebitîm. Rojnamevanî, edîtorî, amadekirina kitêban, mîzanpaj, ez her tiştî ji Selçuk fêr bûm.
Di dawiya salên 1990’î de tevî Kek Huseyin em li Stenbolê, di rojnameya Ozgur Gundemê de bûn. Wî her zanîn û hostetiya xwe bi me rojnamevanên ciwan re parve kir.
Enver Polat (Selçûk), li gundê Çewlîkê yê bê kesûkûs Xêzikê hatibû dinê. “Gundekî ji rêzê yê Kurdan bû, lê zivistan pirr dijwar bû. Heta, wî weke gundê Yilmaz Guney lê dîmenên filma Yol (Rê) girtî, behsa Xêzikê dikir.
Selçûk hîna 16-17 salî diçe cem xwişk û birayên xwe yên li Elmanyayê. Çawa diçe Elmanyayê, li baxçeyên sêvan ên bajarê Hamburgê dest bi kar dike.
Wî yê paşê wiha qala wan rojan bikira: “Ji bo ku ez xwe ji gundê xwe yê mirov lê aciz dibû, birevim, hatibûm Elmanyayê. Li vir min ê heyata xwe bikira heyat. Lê wilo nebû. Karkirina li baxçeyên sêvan mirov gelekî diwestand, bi ser halan de keda me dimêhtin. Ez rojê 12 ta 13 saetan dixebitîm”.
Ez behsa wan salên têkoşîna çekdarî gurr dikim, hingê jin û mêrên ciwan berê xwe dida çiyayan. Selçûk dest pê dike, tevlî meşên protestoyî yên li Hamburgê dibe. Dawiya hefteyê li komeleyê dixebitî, pankart hazir dikirin û cihê xwe di nava komîteyên amadekar ên çalakiyan de digirt.
Piştî ne bi gelekî bi patronê li baxçeyê sêvan re li hev nake, pev diçin û ew dev ji kar ber dide. Ya ku wî daye ber xwe şoreşgeriya profesyonel e. Biryara xwe dide û dest bi têkoşîna xwe dike.
Piştî perwerdeya wî ya îdeolojîk û siyasî, ji ber ku dibêjin ‘xweşik resman xêz dike’ cihê wî yê wezîfeyê yê pêşî dibe kovara Serxwebûnê. Piştî ku wextekê li vir dimîne salên 1991 û 1992’yê diçe Akademiya Mahsum Korkmaz a li Lubnanê. Li wir tevlî dersên Ocalan dide, dibe.
Di wê demê de ku ew li Geliyê Beqaayê dimîne, tevî hevrêya xwe ya ji Serxwebûnê Mîne (Emel Çelebî) ew xebata çapemeniyê dimeşîne. Ew rojnivîskên hevrêyên xwe yên di şer de ji weşanê re amade dikin, hevpeyvînan bi fermandaran re dikin.
Piştî ku salekê li Geliyê Beqaa dimîne, ji bo xebatên kovarê wî careke din dişînin Ewrûpayê. Yê ku gelek kitêbên ku îro jî em dixwînin ji weşanê re amade kirin ew bû; wî bi sedan gotar jî nivîsîn.
Piştre pêvajoya rojnameya Ozgur Politika ya ku ew damezrênerê wê bû û ya Yekîtiya Rojnamevanan dest pê dike. Heta Hezîrana 1996’an ew di xebatên çapemeniyê de bû; hingê wî got, “Êdî wext e ez ji Ewrûpa biçim” û berê xwe da Şamê. Careke din piştî perwerdeyeke 6 mehan, rêwîtiya wî ya ber bi Zapê ve Kanûna 1996’an dest pê kir.
Wî li Şamê dest bi nivîsandina rojnivîskên xwe kiribû û li Zapê jî wî ev dewam kir. Heta ku digihîje Kurdistanê jî pirsa Ocalan jê kirî ya “Beramberî cografyaya biezamet a Kurdistanê kela canê te radibe, ne wisa” deng vedide. Ev rojnivîska wî li ser wesiyeta wî bi navê "Mavidir Avaşin’in Suları (Ava Avaşînê Heşîn e)" min ji weşanê re amade kir. Ez pêşniyaz dikim, ilehî bixwînin.
Selçûk, sala 1997’an li Zagrosan bû û sala 1998’an gava xwe avêt Botanê. Wî timî nivîsî. Ji Ozgur Politikayê re, ji Serxwebûnê re nivîs û nûçe di şert û mercên zehmet de nivîsandin.
Çaxê ku giha Botanê, bihar bû. Xwezayê xemla heşîn li xwe kiribû. Taviyên barana Nîsanê hîna nû dabûnê. Lê wê roja ku ew li ser gir bû, baran hîç nedibariya. Tenê mij bû. Wê rojê bombe bariyan. Selçûk kete nava çiyaya û geliyan; her çî meşa wî ye, ew hîna dewam dike.
Kengî fikrek li ser wê kêliyê bi min re çêdibe, ez difikirim, Selçûk li pey wê keçika gava ew 7-8 salî bû li gund winda bûbû, diçe. Belkî jî rêya xwe gihandina wê keçê jî ev bû... Selçûk awazeke xweş bû
ÎSMET KAYHAN
Selçûk li gundekî zivistana wî dijwar, bihara wî bi coş hat dinê. Weke kesekî min ew nas dikir, gelo min, çawa dikarî behsa wî bikira. Gelo bi kîjan peyvan behsa wî bikin, kîjan bibîranîna wî wê yekser qala wî bike? Kîjan gotin wê bibin neynika wî? Ez bi bîranînkê behsa Selçûkî bikim.
Gava piçûk bû, li gund tevî keçên gund diçû çiyê ji bo ku kerengan biçinin. Rojekê gava ji bo kerengan diçin çiyê yek ji wan keçikan winda dibe. Tevahiya zarokan dest pê dikin û li wê digerin. Lê wê nabînin...
Selçûk jî li wir rûdine û digirî. Piştî hingê ew keçika windabûyî êdî ji bîra wî naçe. Dike û nake bersiva pirsa ka ew keç bi ku ve çûye nabîne. Lê her li keçikê digere, her hefte bê westan, diçe çiyê.
Hefte di ser re dibihurin. Ew li wan çiyayan wan jinan dibîne, wan rêwiyên azadiyê. Wî bi qêrîn ji wan re got, “Ez jî dixwazim bi we re bêm, min jî bi xwe re bibin... min jî...” lê hîna piçûk bû... hîna tê bîra wî jê re gotibûn, “Belkî ku tu mezin bûyî, em bên te bi xwe re bibin”.
Dîmenê wan jinan di bîra wî de weke ku hatibe verotin cih digire. Haya wî hingê jê çenebûbe jî, ha wî dîmenî çarenûsa wî diyar kiribû. Selçûk wiha qala vê bîranînê dikir; hûn wî weke Enver Polat nas dikin. Belkî jî hûn wî nas nakin. Lê heger hûn wî nas nakin jî tam dem e ku hûn wî nas bikin...
* * *
Selçûk, ji kedkarên destpêkê yên çapemeniya Kurd a muxalif bû, ji damezrênerê rojname û kanala satelîtê ya pêşî Med TV’yê bû...
Îro salvegera wefata wî ye. Ew 14’ê Nîsana 1998’an li Bestayê şehîd bû. Tam 22 sal bihurîne. Çaxê ew şehîd bû, min ji bo wî di kovara Serxwebûnê de gotarek nivîsîbû.
Niha jî gava Kek Huseyin (Aykol) got, “qala Selçûk bike”, ez niha dîsa ji bo wî dinivîsim. Pirr zehmet e ku mirov bi qelemê behsa şoreşgerekî bike, şoreşgerekî zûzûka konê xwe ji nav me bar kir, yê ku ez jê hez dikim...
Hem Selçûk hem jî Kek Huseyin, her du jî di vî pîşeyî de hostekarên min in. Ez bi Selçûk re di destpêka salên 1990’î de di kovarên Serxwebûn û Berxwedanê de xebitîm. Rojnamevanî, edîtorî, amadekirina kitêban, mîzanpaj, ez her tiştî ji Selçuk fêr bûm.
Di dawiya salên 1990’î de tevî Kek Huseyin em li Stenbolê, di rojnameya Ozgur Gundemê de bûn. Wî her zanîn û hostetiya xwe bi me rojnamevanên ciwan re parve kir.
Enver Polat (Selçûk), li gundê Çewlîkê yê bê kesûkûs Xêzikê hatibû dinê. “Gundekî ji rêzê yê Kurdan bû, lê zivistan pirr dijwar bû. Heta, wî weke gundê Yilmaz Guney lê dîmenên filma Yol (Rê) girtî, behsa Xêzikê dikir.
Selçûk hîna 16-17 salî diçe cem xwişk û birayên xwe yên li Elmanyayê. Çawa diçe Elmanyayê, li baxçeyên sêvan ên bajarê Hamburgê dest bi kar dike.
Wî yê paşê wiha qala wan rojan bikira: “Ji bo ku ez xwe ji gundê xwe yê mirov lê aciz dibû, birevim, hatibûm Elmanyayê. Li vir min ê heyata xwe bikira heyat. Lê wilo nebû. Karkirina li baxçeyên sêvan mirov gelekî diwestand, bi ser halan de keda me dimêhtin. Ez rojê 12 ta 13 saetan dixebitîm”.
Ez behsa wan salên têkoşîna çekdarî gurr dikim, hingê jin û mêrên ciwan berê xwe dida çiyayan. Selçûk dest pê dike, tevlî meşên protestoyî yên li Hamburgê dibe. Dawiya hefteyê li komeleyê dixebitî, pankart hazir dikirin û cihê xwe di nava komîteyên amadekar ên çalakiyan de digirt.
Piştî ne bi gelekî bi patronê li baxçeyê sêvan re li hev nake, pev diçin û ew dev ji kar ber dide. Ya ku wî daye ber xwe şoreşgeriya profesyonel e. Biryara xwe dide û dest bi têkoşîna xwe dike.
Piştî perwerdeya wî ya îdeolojîk û siyasî, ji ber ku dibêjin ‘xweşik resman xêz dike’ cihê wî yê wezîfeyê yê pêşî dibe kovara Serxwebûnê. Piştî ku wextekê li vir dimîne salên 1991 û 1992’yê diçe Akademiya Mahsum Korkmaz a li Lubnanê. Li wir tevlî dersên Ocalan dide, dibe.
Di wê demê de ku ew li Geliyê Beqaayê dimîne, tevî hevrêya xwe ya ji Serxwebûnê Mîne (Emel Çelebî) ew xebata çapemeniyê dimeşîne. Ew rojnivîskên hevrêyên xwe yên di şer de ji weşanê re amade dikin, hevpeyvînan bi fermandaran re dikin.
Piştî ku salekê li Geliyê Beqaa dimîne, ji bo xebatên kovarê wî careke din dişînin Ewrûpayê. Yê ku gelek kitêbên ku îro jî em dixwînin ji weşanê re amade kirin ew bû; wî bi sedan gotar jî nivîsîn.
Piştre pêvajoya rojnameya Ozgur Politika ya ku ew damezrênerê wê bû û ya Yekîtiya Rojnamevanan dest pê dike. Heta Hezîrana 1996’an ew di xebatên çapemeniyê de bû; hingê wî got, “Êdî wext e ez ji Ewrûpa biçim” û berê xwe da Şamê. Careke din piştî perwerdeyeke 6 mehan, rêwîtiya wî ya ber bi Zapê ve Kanûna 1996’an dest pê kir.
Wî li Şamê dest bi nivîsandina rojnivîskên xwe kiribû û li Zapê jî wî ev dewam kir. Heta ku digihîje Kurdistanê jî pirsa Ocalan jê kirî ya “Beramberî cografyaya biezamet a Kurdistanê kela canê te radibe, ne wisa” deng vedide. Ev rojnivîska wî li ser wesiyeta wî bi navê "Mavidir Avaşin’in Suları (Ava Avaşînê Heşîn e)" min ji weşanê re amade kir. Ez pêşniyaz dikim, ilehî bixwînin.
Selçûk, sala 1997’an li Zagrosan bû û sala 1998’an gava xwe avêt Botanê. Wî timî nivîsî. Ji Ozgur Politikayê re, ji Serxwebûnê re nivîs û nûçe di şert û mercên zehmet de nivîsandin.
Çaxê ku giha Botanê, bihar bû. Xwezayê xemla heşîn li xwe kiribû. Taviyên barana Nîsanê hîna nû dabûnê. Lê wê roja ku ew li ser gir bû, baran hîç nedibariya. Tenê mij bû. Wê rojê bombe bariyan. Selçûk kete nava çiyaya û geliyan; her çî meşa wî ye, ew hîna dewam dike.
Kengî fikrek li ser wê kêliyê bi min re çêdibe, ez difikirim, Selçûk li pey wê keçika gava ew 7-8 salî bû li gund winda bûbû, diçe. Belkî jî rêya xwe gihandina wê keçê jî ev bû...