Rêveberiya Deriyê sînor ê Sêmalka doh ragihand ku deriyê ku di 16’ê Adara 2016’an de bi ragihandina projeya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriye hemwext re hatibû girtin, li pêşiya bazirganiya xwarinê vekirî ye.
Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê diyar kir ku derî ji aliyê wan ve tu carî nehatiye girtin û her vekirî ye.
Girtina derî weke şantajê
Daxuyaniya Desteya Karên Hindir weha ye: “Girtina derî weke şantajekê li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat bikaranîn. Bi rêya wê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve di demekê de ku em bi salane di rewşa ambargoyê de ne ji aliyê sîstemên destpot û rêxistinên terorîst ji aliyekî ve û ji aliyekî din ve hikûmeta PDK´ê ve hat cezakirin. Me ji wan texmîn dikir ku helwesteke cuda di vê dema dîrokî de ya ku em bi terorê re şer dikin û pêdiviya me bi yekîtiya Kurdan heye, derbikeve.
Ti peyman nînin
Bi minasebeta meha Remezana pîroz, şertûmercên zehmet ên jiyanê ku gelê me dijî û ji bo parastina berjewendiyên gelê xwe ku em di ser hemû tiştan re dibînin, em ji gelê xwe re radigihînin ku eger birayên me yên aliyê din dixwazin vî deriyî bi heman şêwaza ku girtin vekin, dikarin vekin. Lê belê deriyê Sêmalka ji aliyê me ve her vekirî bû. Em hêvî dikin ku careke din derî nekeve nav rojevên siyasî. Derbarê vê yekê de ti hevpeyman di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partî Demokratî Kurdistan de tune ne”.
DÊRIK