Gulnaz Karataş ku di 25’ê Cotmeha sala 1992’an de li hemberê xeta îxanetê berxwedaneke bê hempa nişanda û dema ku fîşekên wê bi dawî bûn, ji bo ku xwe radestê îxanetkaran neke xwe di latan de avêt û dawî li jiyana xwe anî.  

Cotmeh Meha Jinên Berxwedêr e

Leyla Agirî, di destpêka axavtina xwe de bal kişand ser meha Cotmehê û got;  “Ji bo tevgera azadiyê meha Cotmehê pir girîng e. Her şehadet wateyek wê ya pir mezin heye. Meha Cotmehê  Gurbeteli Ersoz, Leyla Kaplan hevala Rewşen, hevala Sarya hevala Ronahî Alman (Andrea Woolf) in. Ev meh meha Şehîdên enternasyonal yên jinên şehîd e. Şehadetên vê mehê paradigmaya tevgera me û pîvanên jina azad yên vê têkoşînê diyar dike. Hevala Bêrîtan kombûna hemû nirxên azadiyê  di kesayet û sekna xwe de kom dike û weke nirxek derdikeve holê. Vîn, rêxistin û sekna jinên azad derdixe holê. Lewma Hevala Bêrîtan ji bo me sekna jinên berxwedanvan  û sekna jina azad e. Beriya her tiştê sekna jinên azad û nasnameya wê ye. Lewma  di vê mehê de hin zêdetir Hevala Bêrîtan xistina rojevê û nirxandin girîng e.” 

Koka Bêrîtanê li Dêrsimê ye!  

Agirî, di berdewamiya axavtina xwe de  got,  “Hevala Bêrîtan li ser bingehê çanda berxwedanvanî  derket holê. Bingehê çanda berxwedanê  dîroka wê heye, bingehê wê di komkujiya Dêrsimê  de veşartiye. Hevala Bêrîtan bi vê çanda berxwedanê û bi çîroka Besê re mezin bûye. Ev çand û cewherbûnê PKK bixwe ye. Di şerê îxanatê yê dijwar de jî,  di sekin û şehadeta xwe de jî asta berxwedanê mezin kiriye. Li ser vê bingehê ji bo arteşebûna jin ji bingehek çêkiriye. Ger ku ev sekna Hevala Bêrîtan nebûya dibe ku artêşbûna jin jî pir pêşneketana. Lewma em dibêjin, ev xeta jinên azad e. Di îsyanan dîrokî de û di têkoşîna PKK’ê de jî ev diyar e. Di cewherê wê de welatparêziyeke pir kûr heye. Di kesayeta Hevala Bêrîtan de ev diyare. Di pêşeroja jina kurd de ev sekin girîng e.” 

Berxwedana Sara, qîrîna Bêrîtan e  

Agirî got,”çawa ku hevala Sara li Zindana Amedê seknek bi wate diyar kir, heval Bêrîtan jî ji wê kevneşopê tê. Ji bo wê jî di asta şerde jî vê xetê parast û di kesateya xwe de diyar kir. Ev çand îro di kesayeta Hevala Sêwê, Fatma û Pakîze  de zindî bû. Di kesayeta Arîn Mîrkan de jî çanda berxwedan hevala Bêrîtan de xwe  bi rojev kir. Dîsa di kesayeta Ferînaz Xosrewanî de sekna berxwedana jina Kurd belav bû. Li çar perçeyên kurdistanê berxwedan êdî bûye pîvana jina kurd. Jina kurd van qonaxan pir bi dijwarî jiya.”

Di rihê Cotmehê de cudatî nîne

Agirî, di dawiya axavtina xwe de got, “şehîdên meha cotmehê çarenûsa jinan û civakan ber bi serkeftinê ve birin. Meha cotmehê ji me vê dixwaze, jinên  Kurd, Tirk, Yahûdî, Ereb, Fars, Asûrî hemû divê ku li hemberê çanda desthilatdar ya zilam bibin yek. Da ku em li giyana meha cotmehê xwedan derkevin. Bê ferq û cudahiya etnîkî yekbûna jinên Kurd  çêkin.  Ji niha û şûn ve divê ku hem di şer de û hem jî di aştiyê de em hin zedetir bi biryar û bi rêxistin  tevbigerin. Em karibin pêşiya komkujiya jinan jî bigrin ev ji bo me girîng e. Careke din ez  li hemeberê berxwedana Hevala Bêrîtan bejna xwe ditewînim û banga bilindkirina berxwedana jinan dikim.”  


DEVRÎM AMED / BEHDÎNAN