Têkoşerê bi navê Tehsîn Elî Mişeweh bi navê kod (Zagros) di salan 1994’an de li bajarê Girkê Legê ji dayîk bûye û di nava malbateke Ereb de ku bi welatparêziya xwe navdar e, mezin dibe. Zagroz li bajarê Girkê Legê dibistana seretayî û navendî xwend û dibistana amadeyî jî li bajaroka Rimêlanê xwend. Zagros ji ber hezkirina wî ji fotbolê re beşdarî şampiyona Şehîd Remezan Dêrik li bajarê Girkê Legê bû.


Ji bo parastinê tevlî YPG´ê bû
Piştî ku çeteyan êrîşî gundên herêma Girkê Legê kirin û xwestin fitne û tevliheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb de derbixin, Zagros beşdarî nava Hêzên Asayîşa bajarê Girkê Legê bû û piştî mehekê ji nava Asayîşê derket û di 15’ê gulana 2012’an de beşdarî nava refên YPG’ê bû. Zagros beşdarî gelek perwerdeyên leşkerî û bîrdozî bû û di van perwerdeyan de fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve naskirin. Piştre cihê xwe di nava gelek berxwedanan de li hemberî êrîşên çeteyan girt. Zagros li gel hevalên xwe beşdarî çalakiyên rizgarkirina Rimêlan, Çilaxa, Girzîro û hin deverên din ji rêjîma Baasê bû.

Li dijî çeteyan şer kir

Pişît ku komên çete derbasî bajarê Serêkaniyê bûn, Zagros li bajarê Serêkaniyê û Til Temirê beşdarî yekem çalakiya leşkerî li dijî çeteyan bû. Li vir bi guleyên çeteyan birîndar bû û ji bo dermankirinê vegeriya bajarê Girkê Legê û piştî ku birîna wî çê bû, dîsa beşdarî nava YPG’ê bû. Beriya ku bajarê Serêkaniyê ji destên çeteyan bê rizgarkirin, hin komên çete li gel hin girûpên Artêşa Azad êrîşî herêmên girêdayî bajarê Girkê Legê wekî Til Koçer, Çilaxa, Yûsifiyê, El-Sefa, Girhok, Elî Axa, Rimêlan Paşa û El-Cinêdiyê kirin. Zagros li hemberî êrîşên van çeteyan nikarîbû bêdeng bimîne û beşdarî nava çalakiyên leşkerî ku têde şervanên YPG’ê û YPJ’ê fedekariyên mezin kiribûn.

Di parastina Girkê Legê de cîh girt

Têkoşer Zagros li gel hevalên xwe beşdarî çalakiya rizgarkirina hemû herêmên girêdayî bajarê Girkê Legê yên ku çeteyan dagir kiribûn, bû. her wiha Zagros beşdarî şahiyên ku ji bo ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bû. Zagros dema ku cihê xwe di bendeke kontrolê li gund Hedadê digirt, rastî hewldana êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê hat û li gel hevalên xwe li hemberî çeteyan ber xwe dan û nehiştin ku çete derbasî gund bibin.  Lê belê di encama pevçûnên li hemberî komên çete de, Zagros li gel du şervanan jiyana xwe ji dest da û bû sembola jiyana hevbeş û parastina destkeftiyên gelên Kurd û Ereb. Cenazeyê Zagros di 28’ê sibata 2014’an de li Goristan Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê sipartin axê. Hêjayî gotinê ye ku, Zagros di nava hemû hevalên xwe yên YPG’ê de gelekî dihat hezkirin. Bi şehadeta Zagors bû sembola berxwedan û yekîtiya netewî li herêma Girkê Legê, ji ber vê yekê Meclîsa Gel a bajarê Girkê Legê navê kolanekê bi navî Şehîd Zagros Kirin.  

ANHA/GIRKÊ LEGÊ