Di sala 1986'an de ciwanên Kurd li dijî biryara rejîma Baas a qedexekirina Newrozê , li paytext Şamê li dijî Qesra Serokatiya Dewletê hatim cem û çalakî lidar xist. Lê hêzên dewletê ciwan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Silêman Mihemed Emîn Adê, jiyana xwe ji dest da. Her wiha 2 jinên ciwan jî birîndar bûn. Piştî wê berxwedana ciwanên Kurd, Serokomarê Suriyê yê wê demê Hafiz Elesed paşve gav avêt. Lê dîsa jî ji bo ku daxwaza Kurdan bicîh neîne, 21'ê Adarê wekî “cejna dayikê” kirin roja tatîlê.
Piştî vê berxwedanê Silêman Mihemed Emîn Adê wekî ''Şehîdê yekem yê Newroza Rojavayê Kurdistanê” hate îlankirin û her sal tê bibîranîn.
Biraziyê Silêman Adê Ferhad Adê ku ew roj vegotin, diyar kir ku wê demê li Qamişlo haya tu kesî ji bûyerê çênebûye û got; “Ji ber ku telefon wekî neha tunebûn, dema ku cenaze gihişt Qamişlo haya me jê çêbû. Wê demê bi hezaran kes tevlî cenazeyê apê min Silêman re bûn.''
Birayê Silêman Ehmed Adê jî li ser kesayetiya birayê xwe rawestiya û wiha dom kir: ''Birayê min mirovekî dil mezin bû, ji ber xizaniyê berê xwe dabû Şamê û li wir dixebitî. Li wir di Newrozê de bi ser destên hêzên rêjîma Suriyê şehîd ket.” Ehmed Adê anî ziman ku di dema merasîma cenazeyê Silêman Adê de jî hêzên rêjîma Suriyê bi dehan ciwan binçav kirine û îşkence li wan kiriye.
Adê da zanîn ku hêzên rêjîma Suriyê wê demê ji bo malbatê jî gelek pirsgirêk derdixist û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Her ku em diçûn serdana gora Şehîdê Newrozê Silêman, bang li me dikirin û lêpirsîn dikirin. Lê tevî hemû astengiyan jî me bi şehadeta birayê xwe serê xwe bilind dikir û em ji doza xwe ya azadiyê venegeriyan.''
ANHA/QAMIŞLO