Pirtûka Dîroka Ji Agir di şîrovekirina tekoşîna Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) de xwedî giringiyek pir mezine. Bi tevlîbûna çendîn kesayetên siyasî yên bajarê Silêmaniyê û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve seminer ji aliyê rojnamevan Cûdî ve hat pêşkeşkirin.
Cûdî di pêşkeşkirina semînerê de diyar kir ku PKK ji aliye çend ciwanên xwendevanên zanîngehê ku jimara wana 7 kes bûn bêy ku piştgirî û alîkariya tu hêz û aliyan bigrin, karîn bi raman û guhertina bîr û ra di nava xwe de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezirînin. Cûdî di berdewama semînera xwe de bal dikêşîne ser pêvajoya damezrandina PKK’ê û dibêje pêvajoya ku PKK hatî damezrandin piranî partî û desthilatên cîhanê bi şikestin û tunebûnê re rûbirû man lê di wî demî de damezrênerên PKK’ê pir biwêrekî û bîrek serdemyane ji bo pêşxistina çalakiyên xwe din ava liv û tevgerê de bûn û bi vî awayî karîn serkeftinê bidest bînin. Piştî derbazbûna çend sal li ser xebat û çalakiyên xwe damezrênerên PKK’ê karî kokên partiya xwe derbazî nava seranserê bakurê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê bike û di heman demê de berxwedan û vîna PKK’ê di nav gelê Kurd de bû weke jiyana rojane ya gelê Kurdê azadixwaz.
Her wiha Cûdî di berdewama pêşkeşkirina semînera xwe de got ku, “Bi dirêjiya dîrokê re gelêk partiyên bihêz hatine damezrandin bes rûxane, lê PKK roj bi roj bihêz dibe û bihêzbûna PKK’ê bihêzbûna îradeya gelê Kurde û ji bo wê jî PKK îradeya gelê û gel jî îradeya PKK’ê ye.”
Di dirêjiya semînerê de beşdarvanan jî pirsên xwe kirin û bersivên hemû pirsan ji aliyê Cûdî ve bi awayek eşkere hate dayîn.
DÎHA/SILÊMANÎ