Mamostaya Amedeyî ya Keçan Kewser Îbrahîm nêrînên xwe der barê semîneran de wiha anîn ziman: “Ez wek mamostayek ya xwendevanên keç, bi vê projeya RJAK’ê pir keyfxweşbûm. Ji ber kû xebatên wan hêjayî spasiyê ne û di semînerên xwe de em û xwendevanên me di gelek mijarên têkildarî tundûtijiya li hember jinê de agahdar kirin. .”
Herwisa rojnamevan û mamostaya amadeyi a zimanê Îngîlîzî Kelsûm Husên jî têkildarî xebatên RJAK’ê da diyar kirin ku ev cûre semînerane di aliyê pêşxistin û şiyarkirina civakê de xwedî erkek girîngin û wiha domand: “Xwendevan perwerdekirin, civak perwerdekirine. Di dibistanan de asta xwendevanan di aliyê civakî û perwerdê de ciqas di asta jor de di heman demê de civak jî di wê astê de pêşdikeve.”
WEHBÎ DEMÎR
DİHA/HEWLÊR