Bi hevkariya komeleya dêûbavên Kurd li Berlînê, YEKMAL e.V. Hevpeymana Zanîngehên Berlînê û Zanîngeha Exeterê, li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi rasthatina roja zimanê dayikê ya cihanê, Sempozyûmeke 2 rojî 21 û 22ʼyê Sibatê bi navê “Pirrzimaniyên di perwerdehiyê de wek hevgirên lihevhatina civakî li Berlînê: Danûstandineke Navdisîplînî derbarê Pratîk, Astengî û Perspektîfan de” tê lidarxistin.

Sempozyûm li Zanîngeha Humboldt a Berlînê li hola 0007 bi rê ve diçe. Roja yekê, yanî 21ʼê Sibatê rûniştina destpêkê li ser pirrzimaniya di perwerdeyê de ye. Prof. Dr. Anka Bergmann, Prof. Dr. Stephan Breidbach, PD. Dr. Khanna Usoyan jî di navê de gelek qiseker wê mijarê binirxînin.

Piştî rûniştina destpêkê, Panela yekê li ser perspektîf û pratîkên malbatan e, û nûnerên gelek komeleyên dêûbavan ên bi zimanên cihê wê li vir minaqeşe bikin.

Panela diduyê eynî mesele li dibistanan e û vê carê ji dibistanên du zimanî û pirrzimanî nûner, û her wiha nûnerên siyaseta çand û perwerdê yên Berlînê weke qiseker beşdarî vê panelê dibin.

Heman rojê weke gotara dawî, Dr. Gabriela Meier ji Zanîngeha Exeterê li ser Ziman û Lihevhatina Civakî: Rol û peywendiya perwerdehiyê” dipeyive.

22ʼyê Sibatê, pêşî wê gotareke taybet a Prof. Dr. Katharina Brizić a ji Zanîngeha Freiburgê hebe li ser “Dengên Lihevhatina Civakî: Dibistan dikarin çi bikin”. Piştre bi navê ”Giravên ramanê” wê gelek gotar bên pêşkêşkirin.

Organîzatorên din dixwazin kesên dixwazin beşdar bibin heta 18ʼê Sibatê qeyda xwe bikin ku li ser barcoda jor mirov dikare bike.

 

BERLÎN