Piştî Erkol, edîtor û pêşengê Kovara Nûbihar Suleyman Çevik axivî û diyar kir ku li ser xebete kovara Nûbiharê re 21 sal derbazbûye û wiha got: "Nûbihar bi sekneke îslamî û mirovahî bi daxwaza zimanê Kurdî ilm û zanîn geş bibe, zimanê Kurdî pêş bikeve di çanda zimanê Kurdî xizmet kiriye. Li ber asîmîlasyon û qedexeyan sekneke mirovahî sekiniye. Wêjeya Kurdî her roj tiştek din lê zê de dibe. 21 sal li ser xebata Nûbiharê re derbaz bûye em şukur dikîn dinava hemû zehmetiyan de xwe gihad heta roja îro. Ew kesên ku divê xebatê de keda wan heye em spasdarên wanin."Piştî Çevîk, Parlementer Altan Tan axivî. Herî dawî Prof.Dr. Baskin Oran, ji dirokê 1876'an heta niha ji qanûna Esasî mesleya Kurdî bi stalaytê axaftinek kir. Sempozyum bi axaftinan berdewam kir.
DÎHA/AMED