Lê belê niha eşkere dibe ku bûyereke bi vî rengî neqewimiye. Tevî îdîayên cihê yên li ser nefirotina petrola Kurdistanê yan jî nedana pereyên ji firotina petrolê, ya balkêş ew bû ku di asta hikûmet û birêveberiyên partiyan de teqandina lûleyê hat şermezarkirin û weke kirineke li dijî berjewendiyên Kurdistanê jî gotar hatin belavkirin li dijî tevgera azadiya Kurdistanê. 

Der barê mijarê de endama Yekîtîy Niştimanî Kurdistan (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed têkildarî îdiayên teqandina boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de got; “Ev tenê îdîayek bû ku dixwestin ji gelê herêma Başûrê Kurdistanê re bibêjin PKK ziyanê dide jêderên hatina mûçeyên herêmê. Ji ber ku îdîaya teqandina lûleya petrolê, tenê senaryo (çêkirî) ye.”

 

Maske ji krîza mûçeyan re

Endama YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed di nivîseke xwe ya ji bo çapemeniyê de, vê hefteyê bal kişand ser krîza nehatina mûçeyan û îdîayên têkildarî teqandina lûleya petrolê. Şanaz Îbrahîm Ehmed got; “Beriya bi 11 rojan bû ku hat îdîakirin ku xeta lûleya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatiye teqandin û ji ber vê jî mûçeyê karmendên herêmê nikare were dayîn û PKK ji vê bûyerê berpirsiyar hat girtin.”


Petrol plankirî hat rawestandin

Şanaz Îbrahîm Ehmed dewama nivîsa xwe de got, “Piştî van îdîayên li ser beşek ji çapemeniya herêmê belav bûn, PKK’ê diyar kir ku ev îdîayên der barê wan de ne rast in û wan lûleya petrolê neteqandiye."

Şanaz Îbrahîm Ehmed îşaret bi wê yekê kir ku piştî vê daxuyaniya PKK’ê vê carê jî îdîayên cûdatir derketine holê û weha dewam kir: "Her heman ragihandinan diyar kir ku lûleya petrolê nehatiye teqandin, tenê ji aliyê hinekan ve hatiye konkirin û petrol jê hatiye dizîn. Belê rojek di ser vê re derbas nebû, derket holê ku ev îdîa hemû ne rast in û petrol bi şêweyekî plankirî hatiye rawestandin."

 Piştî ku rûyê rastî yên van mijaran hemûyan derkete holê, ligorî Şanaz Îbrahîm Ehmed "Êdî rastî û  eşkere bû. Diyar bû ku ev senaryoyek e ji bo nedayîna mûçeyê karmendan û dizîna pereyê petrolê. Her wiha ji xelkê herêmê re jî diyar bikin ku ji ber teqîna lûleyê û nehatina pereyê petrolê ew nikarin mûçeyan bidin."

Endama YNK´ê Şanaz Îbrahîm Ehmed îşaret bi temen kurtiya van derew û senaryoyan kir û weha dawî li daxuyaniya xwe anî: "niha jî nizanin wê planeke din çawa çêkin. Ev hemû ji bo wê ne ku demê derbas bikin.” 


 ROJNEWS / SILÊMANÎ