Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, civîna xwe ya pêncemîn li bajarê Elmanya Lohne pêk anî. Di civînê de rewşa giştî ya civata Êzîdî û pirsgirêkên rêxistinî hatin nîqaşkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî weke mêvan di civînê de amade bû.
‘Em zanin Êzîdî rayê Kurdistanê ne’
Muslim di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji ber vexwendina li civînê anî ziman û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna civata Êzîdiyan.
Muslim destnîşan kir ku diviyabû rêxistinbûyîneke bi vî rengî, meclîseke bi vî rengî ya Êzîdiyan beriya 50 salan hatibûya avakirin û got, "Ji ber ku Êzîdî bê rêxistin bûn, ferman li Êzîdiyan rabûn. Dijminê Kurdan, ji bo Kurdîtiyê tine bikin, xwestin ji kokê ve rakin. Em dizanin Êzîdî rayê Kurdistanê ne. Eger Êzîdîtî tine bibe, wê rayê Kurdîtiyê qels bibe û birize. Weke PYD em soz didin ku heta ji me bê em ê nehêlin careke din fermanek li Êzîdiyan rabe."
Em ê ti carî Êzîdiyan bi tenê nehêlin
Muslim bibîr xist, ku Êzîdî niha bûne xwedî rêxistinbûyîn, meclîsên xwe ava kirine, bi hezaran keç û xortên Êzidî rahiştine çekan û di nava refên YBŞ, YPJ-Şengalê de parastina xwe dikin û got, "Em jî heta hewceyî bi me hebe, em ê li cem we bin. Hin kes an partî propaganda reşkirinê li ser me dimeşînin. Dibêjin 'PYD dixwaze Kantonan li Şengalê îlan bike û bi xwe ve girê bide'. Em bi tundî li hemberî vê nêrînê ne. Şengal a Êzîdiyan e û wê ya Êzîdiyan bimîne. Lê em ê ti carî Êzîdiyan bi tenê nehêlin, ji ber ku Êzidî koka me ne."
Ji bo rizgarkirina Şengalê
Piştî axaftina Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Serokê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtî û tifaqa Êzîdiyan.
Îgrek diyar kir ku ragirtina ewçend keç û bûkên Kurdan di destê çeteyên DAIŞ'ê de, li ser wan ferz dike ku weke Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bi şev û roj bixebitin û got, "Em ê lezê bidin karê xwe. Em ê hawara Êzîdiyan timî bigihînin qada navneteweyî. Ji bo yekîtiya Êzîdiyan mîsyoneke me heye, ku em bi hemû Êzîdiyan re ji bo Şengalê û rizgarkirina wê bên cem hev."
Li hemberî lîstikên PDK’ê hişyar bin
Fîkret Îgrek bang li tevahiya civata Êzidiyan kir ku li hemberî lîstikên PDK'ê hişyar be û got, "Li hemberî Meclîsa me meclîsek ava kirine. Divê her Êzidî vê pirsê ji xwe bike; 'Gelo çima berî fermana Şengalê PDK'ê ji bo Êzidiyan meclîsek ava nekir? Çima îro?'" Di civînê de paşê beşdaran qewimînên li Kurdistanê, pirsgirêkên civata Êzîdiyan û rewşa rêxistinî nirxand.
LOHNE