Agirê Newrozê yê ku şervanên YBŞ/YJŞ’ê, gerîlayên HPG’ê û gelê Êzidî pêxist, Çiyayê Şengalê, bajaroka Xanesorê û derdora wê ronî kir.  

Êzîdiyên li kampên Serdeştê yên li ser Çiyayê Şengalê agir pêxistin û govend gerandin. Ciwanan jî meşek bi meşale li dar xist û bi drûşmeyan hêvî û daxwazên xwe anîn ziman. Ciwanan dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana YBŞ’ê”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre xiyanet” gotin.

Li bajarokê Xanesorê jî girseya gel a ku li nêzî çeperên komên çeteyên PDK’ê kon veda, heta serê sibehê agir dadan û govend gerandin, her wiha bi dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman.

Şervanên YBŞ/YJŞ’ê yên di kozikan de jî agir pêxistin û govend gerandin.

Li herêma Amud a Çiyayê Şengalê jî gerîlayên HPG’ê bi meşaleyan meşiyan û bi agir navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandin. 


 ŞENGAL