Roja 4’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Geliyê Şilo kir ku ji wan deriyan e ku vedibin Mûsilê. Di encama êrîşê de şer qewimî û 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Li çiyayê Şengalê bi beşdarbûna 300 şervan, gerîla û gel şehîdên HPG’ê bi merasimekê hatin definkirin. Di mersimê de ji Fermandarên HPG’ê Egîd Kelar û Fermandara YJA Starê Berfîn Nûrhak jî amade bûn.
Wan Şengal parast
Fermandarê HPG’ê Egîd Kelar di merasima leşkerî de axivî û diyar kir ku behsa 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dayî kir û wiha peyivî: “Ji destpêka berxwedana Şengalê heta niha hevalên me yên wek Egîd, Bêstû, Întiqam, Mazlûm û Ferhad bi fedakarî di hemû bereyan de erk û berpirsyariya xwe bicih anîn. Piştî fermanê li hember 12’emîn êrîşa mezin a çeteyan sînga xwe kirin sîper û axa Şengalê parastin. Canê xwe feda kirin û hewldanên çeteyan ên ku dixwestin bikevin çiyayê Şengalê asteng kirin. Em careke din dubare dikin ku heta ku axa me ji aliyê van şervanên egîd ve were parastin ti hêzeke dagirker û faşîzan nikare destê xwe dirêjî gelê me bike û zirarê bidê. Em dîsa li hemberî bîranîna şehîdên xwe bi hurmet bejna xwe ditewînin û em dibêjin ku em ê bibin şopdarê berxwedana wan. Em ê li hember çeteyên faşîzan ên DAIŞ’ê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawiyê bimeşînin û dewam bikin.”
Dayikan ew defin kirin
Nêzî 300 şervan û gerîlayên ku tevlî merasîmê bûyî, bi hev re bi karwanekî ji wesayîtan ber bi goristana Şehîd Berxwedan-Şehîd Dilgeş ve bi rê ketin. Gerîlayên HPG’ê Mehmet Selîm Berk (Egîd Zagros), Mehemet Halil Durmuş (Întiqam Derwêş), Mustafa Şeker (Mazlûm Şiyar) û Mehmet Şîrîn Ete (Ferhad Koçer) ji aliyê dayikên Şengalê ve hatin definkirin.
Gerîlayê HPG’ê Pûrya Ehmediyan (Bêstûn Rojhilat) ê ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo ku cenazeyê wî li Qendîlê were veşartin ji Rojavayê Kurdistanê re hat şandin.
ŞENGAL